Koçberên Sûriyeyî – Almanya dê 10 milyon euro bide Urdunê

12-09-2023
Nîşan Koçberên Sûriyeyî Urdun Alîkarî Programa Xorakê ya Cîhanî Almanya
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Programa Xorakê ya Cîhanî ya Neteweyên Yekbûyî ragihand ku dê Hikûmeta Almanyayê 10 milyon euro alîkariyê bide Urdunê.

Programa Xorakê ya Cîhanî da zanîn ku ev alîkari ji bo koçberên Sûriyeyî ye da ku alîkariyên wan qut nebin.

Li gorî daxuyaniya Programa Xorakê ya Cîhanî, 410 hezar koçberên Sûriyeyî yên li Urdunê dê meha çiriya pêşîn sûdê ji wê alîkariya Almanyayê bibînin.

Almanya pêbend e ku alîkariyê bide

Balyozxaneya Almanyayê ya Urdunê jî ragihand ku Almanya pêbendî alîkarîdayîna koçberên Sûriyeyî yên li Urdunê ye.

Balyozxaneya Almanyayê herwiha da zanîn ku dê Almanya alîkariyên xwe bidomîne.

Di vê derbarê de, Programa Xorakê ya Cîhanî eşkere kir ku hîn jî pêwîstiya wan bi 10 milyon dolaran heye da ku karibin meha çiriya pêşîn jî alîkariya koçberan bikin.

Almanyayê îsal bi rêya Programa Xorakê ya Cîhanî 50 milyon euro alîkarî daye Hikûmeta Urdunê û koçberên li wî welatî.

Tîrmeha borî, Programa Xorakê ya Cîhanî ragihandibû ku dê alîkariyan koçberên Sûriyeyî yên li Urdunê kêm bikin.  

Li ser vê yekê Hikûmeta Urdunê hawara xwe gihandibû aliyên pêwendîdar da alîkariyên ji bo koçberên Sûriyeyî bidomînin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst