Gotûbêjeke germ di navbera hunermendên Kurd Avşar û Chakarê de

4 demjimêr berê
RÛDAW
Pervîn Chakar û Hulya Avşar / Wêne: Ji vîdeoyê
Pervîn Chakar û Hulya Avşar / Wêne: Ji vîdeoyê
Nîşan Hulya Avşar Pervîn Chakar Ciwan Haco Kurd Kurdî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Sopranoya Kurd Pervîn Chakar li ser YouTubeyê bû mêvana hunermend û aktrîsa Kurd Hulya Avşarê.

Destpêkê gotûbêjeke germ û ji dil, piştre behs hat ser Kurdîniyê jî ku birîna hevbeş a her di hunermendên Kurd e.

Her wiha Hulya Avşarê da zanîn ku ew dixwaze bi Ciwan Haco re straneke din jî çêbike.

Hulya Avşar ji ber hevpeyvîna bi Pervîn Chakarê bû armanca nijadperestan.

"Meseleya Kurdîniyê tu hinekî westandî yî"

Hunermenda Kurd Hulya Avşarê li ser pirsgirêkên ku Pervîn Chakar ji ber Kurdîniyê rûbirûyî dibe wiha got:

"Ez bawer im ev meseleya Kurdîniyê tu hinekî westandî yî. Dikarî bêjî gelekî jî westiyandiyî.

Ya ku ez fam dikim tu di wê baweriyê de yî ku ji ber vê rewşê nehatî wî cihê ku tu dixwazî."

"Wekî Kurdeke ku nasnameya xwe diparêze helbet ez dê rûbirûyî zehmetiyan bibim"

Sopranoya Kurd Pervîn Chakar jî li ser vê yekê wiha anî ziman:

“Li Tirkiyeyê bi taybetî wekî Kurdeke ku nasnameya xwe diparêze, dixwaze bi çanda xwe bijî û hunera xwe bike helbet ez dê rûbirûyî zehmetiyan bibim û ji bo vê yekê jî neçar im têkoşînê bikim. Tiştê ji destê min tê ez dikim."

Piştre Pervîn Chakar bi dengê xwe yê zîz ji Hulya Avşar re straba "Ay Dîlberê" ya Feqiyê Teyran got.

Chakar li beramber vê jî bê xelat nema û Avşar gerdeniya di stûyê xwe de jê re kir diyarî.

Çima qîmeta hunermendên Kurd nayê zanîn?

Hulya Avşarê got, "Di demekê de ku li Tirkiyeyê kanalên Kurdî yên televîzyonê hene û stranên Kurdî tên gotin ez li hemberî nezanîna qîmeta keseke wekî te matmayî dimînim.

Bi nerîna te sedema vê çi ye? Ez ne bawer im ev tiştekî be ku tenê li dijî te bê kirin.”

"Hemû hunermendên Kurd rûbirûyî zehmetiyan dibin"

Pervîn Çakar vê pirsê wiha bersivand, "Bi nerîna min hemû hunermendên Kurd rûbirûyî heman zehmetiyê dibin.

Ne tenê ez lê bi nerîna min mijara herî girîng ew e ku em li hemberî van zehmetiyan têbikoşin.”

Bi Ciwan Haco re stran

Her wiha Hulya Avşarê mîzgîniyekê jî da hezkiriyên Ciwan Haco û wiha pê de çû:

"Em ligel Ciwan Haco cardin diaxivin. Me got em strana Kurdiya `Dostum dostum` çêbikin.

Ev mijar di navbera me de tê û diçe. Teqez ez dê careke din bikim.”

Hunermend û aktrîsa fîlmên sînemayê Hulya Avşar bi xwe ji Qersa Bakurê Kurdistanê ye.

Di hevpeyvînekê de dibêje ji ber Kurdbûna xwe rastî gelek zehmetiyan hatiye û dema zarok bû bavê wê ji ber axaftina bi Kurdî lêdan jî xwariye.

Her wiha Avşarê diyar kiribû ku pîrika wê jî bi ti awayî Tirkî nedizanî.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst