Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Dadê yê Tirkiyeyê Yilmaz Tunç diyar kir ku berdana Selahattîn Demîrtaş ne di rojeva wan de ye.
Yilmaz Tunç li ser îdiayên berdana serokê berê yê HDPyê Selahattîn Demîrtaş axivî û diyar kir ku tiştekî wiha di rojeva wan de nîne.
Doh hatibû îdiakirin ku Serokê berê yê HDPyê Selahattîn Demîrtaş dê beriya Cejna Remezanê were berdan.
Piştî banga danîna çekan û fesixkirinê ya Rêberê Girtî yê PKKyê Abdullah Ocalan çav li pêşhatên nû yên li ser pêvajoya nû ne.
Serokê berê yê HDPyê Selahattîn Demîrtaş ku ji sala 2016an ve girtiye piştî wê banga Ocalan, navê Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan, Serokê MHPyê Devlet Bahçelî û Abdullah Ocalan anîbû û gotibû:
“Ji bo ku ev sê rêberên ji bo aştiya Tirk-Kurdan a li Rojhilata Navîn însiyatîf wergirtiye serkeftî bin, çi ji destê min bê ez dê zêdetir bikim.”
Birayê Selahattin Demîrtaş doh li ser hesabê xwe yê medya civakî peyamek belav kiribû û gotibû:
"Belkî sibê! Belkî ji sibê zûtir! Bi Îzna Xwedê. Helbet rojekê dê ev neheqî bidawî bê.
Em baweriya xwe winda nakin lê ev ne hevokeke ku ez li ser agahiyeke şênber dinivîsim. Tişta pêwîst ew e ku ev yek demildest bê kirin.”
Ev peyam bû sedema karvedanê û li ser vê yekê Wezîrê Dadê yê Tirkiyê Yilmaz Tunç daxuyaniyek belav kir û eşkere kir ku berdana Selahattîn Demîrtaş ne di rojeva wan de ye.
Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê di sala 2018an de biryar dabû ku divê Demîrtaş bê berdan lê Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan jî derbarê vê biryarê de gotibû, "Em ne girêdayî vê biryarê ne.
Em dê gava xwe ya dijber biavêjin û vî karî biqedînin."
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse