Civîna DEM Partiyê dest pê kir: Berbijêriya Demîrtaş di rojevê de ye

25-01-2024
RÛDAW
Nîşan DEM Partî Enqere Başak Demîrtaş Hilbijartinên Şaredariyan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Civîna Rêveberiya Navendî ya DEM Partiyê, bi beşdariya hevserokan li Enqereyê dest pê kir.

Civîn dê du rojan berdewam bike û di rojevê de berbijêriya Başak Demîrtaşê ya Stenbolê jî heye.

Rêveberiya Navendî ya Partiya Gelan a Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) li Navenda Giştî ya HDPyê bi beşdariya Hevserokên partiyê Tuncer Bakirhan û Tulay Hatimogullari civiya.

Rojeva civînê hilbijartinên xwecihî ne.

DEM Partî di civînê de dê li ser hilbijartinên xwecihî çend biryarên girîng wergire.

Partî dê derbarê hevdîtinên li gel CHPyê û berbijêriya hevjîna Selahattîn Demîrtaş, Başak Demîrtaşê de biryara dawî bide.

Başak Demirtaş vê hefteyê ragihand, “Eger gel bixwaze û partiya me jî guncav bibîne ez dikarim bibim berbijêra Stenbolê.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst