Biryara DEM Partiyê dê bandoreke çawa li dengên CHPyê bike?

19-02-2024
Şewket Herkî
Şewket Herkî
Naîf Kanat û Orhan Yusuf Atan / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Naîf Kanat û Orhan Yusuf Atan / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Nîşan DEM Partî CHP Hilbijartinên Şaredariyan Namzed Stenbol Enqere
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - DEM Partiyê li piraniya bajaran namzedên yên şaredariyan ragihandin.

DEM Partî li gelek cihên ku wan berê piştgirî dabû CHPyê vê carê namzedên xwe destnîşan dike.

Gelek şirovekaran di vê baweriyê de ne ku namzedên DEM Partiyê dê dengên CHPyê kêm bikin û tewr dê CHP hinek şaredariyan winda bike.

Partiya Gelan a Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) heta niha namzedên xwe yên 45 parêzgan, 16 bajarên mezin û 367 navçeyan eşkere kirine.

DEM Partiyê li bajarên wekî Stenbol, Ankara, Antalya û Aydinê jî namzetên xwe eşkere kirin ku li van bajaran berê piştgirî dabû CHPyê.

Namzedê DEM Partiyê yê Aydinê da zanîn ku wan hilbijartinên borî 60 hezar deng dabûn CHPyê lê ew êdî piştgiriyê nadinê.

“Em nêzikî kê bibin ew dê bi ser bikeve”

Namzedê DEM Partiyê yê Aydinê Naîf Kanat ji Tora Medyayî ya Rûdawê re wiha axivî:

“Bi giştî li gelek deverên Tirkiyeyê eger em piştgiriya CHPyê nekin dê şaredarî biguherin.

Li Aydinê jî dê şaredarî biguhere, niha rikeberî di navbera desthilat û CHPyê de ye.

Em nêzikî kê bibin ew dê bi ser bikeve. Niha rewş ne zelal e lê tiştê xuya ew e ku ji ber em piştgiriyê nadin CHPyê dê desthilat bi ser bikeve.”

Li gorî beşeke rapirsiyan, li gelek navendan hebûna nmazedên DEM Partiyê dê bandorê li dengên CHPyê bike û dengên CHPyê dê kêm bibin.

Kompanyaya Spectrum House jî di lêkolîneke di derbarê Stenbolê de got ku ji sedî 64,3yên dengderên DEM Partiyê dê dengê xwe bidin namzedê xwe û ji sedî 23,3yên wan jî dê dengê xwe bidin CHPyê.

Namzedên CHPyê jî di vê baweriyê de ne ku ew dikarin bêyî piştigiriya DEM Partiyê jî bi ser bikevin.

“Ez bawer nakim namzedên DEM Partiyê dengên me kêm bikin”

Serokê Şaxa Artvînê ya CHPyê Orhan Yusuf Atan diyar kir ku dengên wan kêm nabin û pê de çû:

“DEM Partî jî partiyeke siyasî ye û dikare li her derê namzedên xwe destnişan bike, ji bo me nabe problem.

Em dê li gorî rastî û pîvanên xwe karê xwe bikin lê eger di nav tifaqa Tirkiyeyê de dengderên DEM Partiyê dengê xwe bidin me jî em dê pê kêfxweş bibin.

Ez bawer nakim namzedên DEM Partiyê dengên me kêm bikin çimkî ku her partiyekê hêza xwe heye.”

DEM Partiyê li Stenbolê Murat Çepnî û Meral Daniş Beştaş, li Enqereyê jî Ozturk Turkdogan û Gultan Kışanak wekî namzed destnîşan kirin.

Divê were gotin ku DEM Partiyê di hilbijartinên borî yên şaredariyan de li Stenbol û Enqereyê piştgirî dabû CHPyê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst