Cevdet Yilmaz: Divê êdî PKK kongreya xwe li dar bixe

05-04-2025
RÛDAW
Nîşan Cevdet Yilmaz Ekrem Îmamoglu PKK Pêvajoya Çareseriyê Sûriye Îsraîl
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Alîkarê Serokomarê Tirkiyeyê Cevdet Yilmaz li ser pêvajoya nû axivî û diyar kir ku divê PKK kongreya xwe li dar bixe.

Cevdet Yilmaz li ser pêşhatên dawî yên li Tirkiyeyê ji kanala CNN Turkê re axivî.

Yilmaz behsa girtina Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê Ekrem Îmamoglu, banga boykotê ya Serokê CHPyê Ozgur Ozel, pêwendiyên Tirkiye û Îsraîlê pêngavên çareserkirina Pirsgirêka Kurdan kir.

Alîkarê Serokkomarê Tirkiyeyê diyar kir ku siyaseta demokratîk dê li Tirkiyeyê xurtir bibe û got, "Di nava pêşbaziya demokratîk de, hemû pirsgirêkên welatê me dê were axaftin û niqaşkirin."

"Nabe ti partî di bin siya terorê de siyasetê bikin"

Cevdet Yilmaz amaje bi pêşhatên dawî yên pêvajoya kir û wiha got:

"Niha top di qada rêxistina terorê de ye, divê kongreya xwe çêbikin û xwe fesih bikin.

Ev pêvajo dê bandoreke erênî li ser standardên me yên demokratîk û pêşketinê bike.

Atmosferek nû dê çêbibe. Em her tim dibêjin, ti partiyên siyasî nabe di bin siya terorê de siyasetê bikin.

Ez bawerim ku bi vê fesihê re, siyaseta demokratîk li Tirkiyeyê dê xurtir bibe.

Di nava pêşbaziya demokratîk de, hemû pirsgirêkên welatê me dê were axaftin û niqaşkirin.

Çi bi kêrî 85 milyon mirovan tê, em dê bi wan encaman rêya xwe bidomînin."

“Sebra me nîne divê PKK bi lez kongreya xwe pêk bîne”

Yilmaz li ser dema çekdanîna PKKyê jî got, "Birêz Serokomarê me jî di rojên borî de got.

Sebra me gelek tune, divê di demeke herî kin de pêk were, ji ber ku gelek kes hene ku pêvajoyê tevlihev dikin.

Em dixwazin ku ev pêvajo zû bi dawî bibe û gavên bilez werin avêtin."

"Mafê tu hêzeke biyanî nîne ku têkilî Sûriyê bibe"

Alîkarê Serokkomarê Tirkiyeyê diyar kir ku Tirkiyeyê ji destpêka rûxana rejima Beşar Esed nêzîkî 150 hezar kes vegeriyane welatên xwe.

“Îsraîl êrişkar e ne Sûriye”

Cevdet Yilmaz behsa êrişên Îsraîlê yên li Sûriyeyê jî kir û wiha domand:

"Mafê ti hêzeke biyanî nîne ku destêwerdanê li Sûriyeyê bike. Heke hûn ji aliyê hiqûqa navneteweyî ve jî binêrin, ti êrişkariya niştecihên Sûriyeyê nîne.

Lewma li vir aliyê êrişkar bi tevahî Îsraîl e. Ez bawerim ku divê di demeke herî kurt de dev ji van xeletiyan bê berdan.

Berjewendiya herêma me di avakirina Sûriyeyeke bi istîqrar de ye. Em dê wekî Tirkiye di çarçoveya hiqûqa navneteweyî de berdewam bikin her cûre piştgiriyê bidin istîqrara Sûriyeyê.

Ez bawer dikim ku divê civaka navneteweyî jî zexteke ciddî li ser Îsraîlê çêbike."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst