Devlet Bahçelî piştî 2 mehan ji malê derket

04-04-2025
RÛDAW
Nîşan MHP Devlet Bahçelî Alparslan Turkeş
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Giştî yê Partiya Tevgera Neteweyî (MHP) ku ji ber nexweşiyê 2 meh in li malê bû îro tevlî merasîma bibîranîna Alparslan Turkeş bû.

Devlet Bahçelî 4ê Sibatê di roja civîna partiya xwe de sewqî nexweşxaneyê hat kirin û 6ê Sibatê ji ber nexweşiyên dil hat emeliyatkirin.

Serokê Giştî yê MHPyê ji ber pêvajoya tedawiyê ya ku du meh dewam kir nikaribû beşdarî civînên komên partiya xwe bibe û derkeve derve.

Her wiha ji 28ê Çileya Paşîn ve jî Bahçelî qet nehatibû dîtin.

Gelek rojnamegerên Tirkiyeyê îdia dikir ku Bahçelî koça dawî kiriye.

Li aliyê din hat zanîn ku Rêxistina Enqereyê ya MHPyê di peyameke ji endamên xwe re ragihandibû ku Bahçelî dê di 28emîn salvegera wefata Alparslan Turkeş de serdana gora wî bike û tevlî merasîmê bibe.

Serokê MHPyê ku di şandeya ku sibehê serdana gora Türkeşî kir de cih negirtibû, piştî nîvrojê serdana xwe pêk anî.

Hat dîtin Serokê MHPyê bi hejmareke zêde ya parêzvanên ewlehiyê re ji wesayîta xwe daket û ew gelekî zeyîf bûye.

Endamên partiyê qerenfilên xwe avêtin ser wesayîta Bahçelî.

Bahçelî, piştî serdana goristanê beşdarî vekirina avahiya nû ya xizmetê ya Weqfa Akademiya Siyasetê ya Tirkiyeyê bû.

Li aliyê din MHPyê ji ser hesabê xwe yê Xê wêneyekî Devlet Bahçelî belav kir û got:

"Serokê me yê giştî Rêzdar Devlet Bahçelî li navenda me ya giştî dest bi karê xwe kiriye.

Xwedê wjî ji ser me kêm neke."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst