Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Karên Navxwe yê Tirkiyeyê Alî Yerlîkaya ragihand li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê 7 rojên betlaneya Cejna Remezanê 62 kesan canê xwe ji dest da
Wezîrê Karên Navxwe yê Tirkiyeyê Alî Yerlîkaya îro li ser hesabê xwe yê Xê amarên qezayên trafîkê yên betlaneya Cejna Remezanê belav kirin.
Alî Yerlîkaya diyar kir roja heftemîn a betlaneya Cejna Remezanê 580 qezayên trafîkê çêbûne û di wan qezayan de 5 kesan canê xwe ji dest daye û 855 kes jî birîndar bûye.
Bi gotina Alî Yerlîkaya bi giştî 7 rojên betlaneya cejnê 62 kesan canê xwe ji dest daye û 6 hezar û 533 kes birîndar bûne.
Yerlîkaya li gel van amaran dîmenên qezaya trafîkê ya li navçeya Pendîkê ya Stenbolê jî parve kir û got, di qezayê de 4 kesan canê xwe ji dest daye.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse