Hewlêr (Rûdaw) – Berdevekê AK Partiyê Omer Çelîk ragihand ku piştgirê siyasî yê rêveberiyên cûntayê her tim CHP bûye û got ku bikaranîna vê gotinê ji “niyeta xerab” derketiye.
Alîkarê Serokê Giştî yê AK Partî û Berdevkê Partiyê Omer Çelîk, derbarê gotina “cûnta”yê ya Serokê Giştî yê CHPê Ozgur Ozel li ser hesabê xwe yê medyaya civakî daxuyaniyek da.
“Bikaranîna gotina cûntayê ji niyeta xerab derketiye”
Omer Çelîk wiha got, “Serokê Giştî yê CHPyê Ozgur Ozel, ji bo Serokkomarê me û hikûmeta me gotina `rêveberiya cûntayê` bi kar aniye.
Di dîroka me ya siyasî de bi dehan salan piştgirê siyasî yê rêveberiyên cûntayê her tim CHP bûye.
Di ferhenga siyasî ya demokratîk de tê nivîsandin ku CÛNTA = CHP.
Ozgur Ozel ne dîroka siyasî dizane û ne jî hevokên siyasî ava dike.
Bikaranîna van gotinan li dijî Serokkomarê me ku her hilbijartin bi îradeya milet qezenc kiriye, ji nezanîneke siyasî ya bi niyeta xerab pê ve tiştek nîne.”
“Ji rêveberiyên cûntayê yên tarî re dibêjin demokrasî”
Çelîk amaje bi wê yekê ku bi saya Erdogan rê li ber cûntayê hatiye girtin û got:
“Ev kevneşopiyeke tîpîk a CHPê ye, ew ji îradeya ku bi rêyên demokratîk hatiye hilbijartin re dibêjin cûnta lê ji rêveberiyên cûntayê yên tarî re dibêjin demokrasî.
Bi têkoşîna siyasî ya mezin a Serokomarê me, hemû cûntayên veşartî û eşkere yên li ser demokrasiya me hatin bêbandorkirin.”
Serokê Giştî yê CHPyê îro di 21emîn Kongreya Giştî ya Awarte de got, “Erdogan mirovê salonan e. Netirse, eger cesaret li ba te heye were pêşiya me.
Em dê ji te jî û ji cûntaya te jî hesab bipirsin. Em dê carekî din Tirkiyeyê rizgar bikin."
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse