Huseyîn Çelîk: Tirkiye li Venezuelayê jî li dijî statuya Kurdan e

06-04-2025
RÛDAW
Nîşan Huseyîn Çelîk Kurd Tirkiye Sûriye
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Berê yê Perwerdeyê Huseyîn Çelîk got, "Li Tirkiyeyê damareke nijadperest heye û ji avakirina Tirkiyeyê ve ev nijadperestî berdewam dike. Tirkiye li Venezuelayê jî li dijî statuya Kurdan e."

Wezîrê Berê yê Perwerdeyê yê Tirkiyeyê û yek damezrênerê AK Partiyê Huseyîn Çelîk derbarê pêvajoya çareseriyê de ji televîzyoneke Tirkiyeyê re axivî.

"Federasyona li bakurê Îraqê tiştekî rast bû"

Çelîk statuya Kurdan a li Îraq û Tirkiyeyê da ber hev û got:

"Li gorî demokrasiyeke temam a li Tirkiyeyê dê pirsa Kurd bi temamî çareser bike.

Federasyona li bakurê Îraqê tiştekî rast bû. Ji ber ku ji ji sedî 95ê Kurdên Îraqê li bakurê Îraqê dijîn.

Li wê derê sîstemeke federal ava kirin û ala û hemû tiştên wan heye. Lê Li Tirkiyeyê ez dikarim bêjim ji her 4 Kurdan 3 ji wan wan li rojavayê Tirkiyeyê dijîn.

Em bibêjin we li rojhilat û başûrê rojhilatê Anadoluyê 10-12 parêzgehan Kurdistan ragihand, ev dê pirsgirêka Kurdan a li Tirkiyeyê çareser neke."

"Bi dijminatiya aliyekî nikare bi bandor bibe"

Çelîk behsa bipêşketinên li Sûriyeyê kir û got: “Pêwendiyên bipêşketinê li Sûriyeyê helbet Tirkiyeyê û Tirkan eleqeder dike.

Ez siyaseta Tirkiyeyê ya Sûriyeyê baş nabînim. Tirkiye bi dijminkariya tund a aliyekî û pêkenîn û alîkariya aliyekî din li Sûriyeyê nikare bi bandor be."

"Nehiştin ez ji bakurê Îraqê xwendekaran bînim Tirkiyeyê"

Çelîk ragihand, Tirkiye Kurdên li parçeyên din weke civakên mirovên xwe qebûl nake û got:

"Li Tirkiyeyê saziyek û serokatiyeke bi navê 'Tirkên li Derve û Civakên Mirov' heye.

Di dema wezîrtiya min de hemû Tirkên li komarên Tirkî wekî civakên mirov dihatin qebûlkirin.

Her wiha Bosnayî û Arnawût civakên mirov dihatin qebûlkirin. Lê Kurdên li bakurê Îraqê wekî civakên mirov nedihatin qebûlkirin.

Min nikaribû ji bakurê Îraqê xwendekar bianîna Tirkiyeyê. Çima? Biborînin li nêzîkbûneke nijadperestî ya dewleta me heye.

Ev damara nijadperest ji avakirinê ve berdewam dike. Bila kesek xwe ne xapîne.

Ez helwêsta Tirkiyeyê ya 'li kû derê dibe bila bibe li dijî statuya Kurdan derdikeve' rast nabînim.

Ango dibêjin, bila li Sûriyeyê jî Kurd nebin tiştek, li Îraqê jî nebin tiştek. Bila li Venezuelayê jî nebin û li Îranê jî nebin tiştek.

Dema hûn vê yekê dikin divê hûn hesabê wê yekê bikin ku Kurdên li welatê we mirovên wan in û hestên wan yek in.

Eger hûn dixwazin welatiyên xwe bextewar bikin divê hûn bi vî çavî li wan (Kurdên din) nenêrin."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst