Ozgur Ozel dîsa bû serokê CHPyê

06-04-2025
RÛDAW
Nîşan Ozgur Ozel CHP Serok
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Partiya Gel a Komarî (CHP) îro 21emîn Kongreya Giştî ya Awarte saz kir û Ozgur Ozel dîsa wekî Serokê CHPyê hat hilbijartin. Ozel bi hezar û 171 dengan hat hilbijartin.

Beriya demekê egera betalkirina kongreya berê ya CHPyê û metirsiya danîna qeyûm ketibû rojevê.

Li ser vê yekê biryar hatibû dayîn ku CHP 6ê Nîsanê kongreya awarte saz bike û Serokê nû yê partiyê hilbijêre.

Kongreya awarte ya CHPyê îro demjimêr 10:00 li Navenda Çandê ya Nazim Hikmet a li Enqereyê dest pê kir.

Serokê Şaredariya Navçeya Muratpaşayê ya Antalyayê Umit Uysal berî destpêkirina kongreyê ji namzediyê vekişiya û Parlamenterê bêrê yê CHPyê Berhan Şimşek jî ji ber ku ji bo serlêdanê dereng ma nikaribû bibe namzed.

Di kongreyê de hezar û 276 delegeyan deng bi kar anî û hezar û 171 kesan dengê xwe da Ozgur Ozel. 105 deng jî hatin betalkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst