Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Serdivanê parêzgeha Sakaryayê ya Tirkiyeyê cîran bi hev ketin, 5 kes hatin kuştin û 5 kes jî birîndar bûn.
Li gorî zanyariyan şeva borî li taxa Beşkopruyê ya navçeya Serdivanê, di navbera du cîranan de ji ber sedemeke nehat zanîn nîqaş derket û her du malbat pev çûn.
Her du aliyan bi demançeyan êrişî hev kir û gule li hev barandin.
Di encama pevçûnê de Yaşar Ozyurt, Onur Ozyurt û Volkan Yildiz li cihê bûyerê canê xwe ji dest da û Fahrî Yildiz û Ozgur Ozyurt jî li nexweşxaneyê canê xwe ji dest da.
Her wiha 5 kesên birîndar jî bo nexweşxaneyên cuda yên Sakaryayê hatin veguhestin û di bin çavdêriya polîsan de tên ragirtin.
Derbarê bûyerê de lêpirsîn hat destpêkirin û 4 gumanbarên ji cihê bûyerê reviyan hatin desteserkirin.
Li cihê bûyerê 4 demançe hatin girtin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse