DEM Partiyê têkildarî biryara Başak Demîrtaşê daxuyanî da

07-02-2024
RÛDAW
Nîşan DEM Partî Başak Demîrtaş Hilbijartinên Şaredariyan Şaredariya Stenbolê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - DEM Partiyê daxuyaniyek belav kir û ragihand ku biryara vekişîna Başak Demirtaş bi îradeya hevbeş hatiye wergirtin.

Hevjîna siyasetmedarê Kurd Selahattîn Demîrtaş, Başak Demîrtaş ji namzediya Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê vekişiya.

Demîrtaşê îro bi daxuyaniyekê ragihand ku li gel DEM Partiyê di nav hevahengiyê de biryara vekişîna ji namzediya Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê da.

"Me bi hev re biryar da"

Piştî Başak Demirtaşê, DEM Partiyê derbarê mijarê daxuyaniyek belav kir û got:

“Di nav berbijêrên Stenbolê de herî zêde navê rêhevala me Başak Demirtaşê di nav raya giştî de derket pêş.

Piştgiriya rêhevala me Başak Demirtaşê ya ji bo namzediya Stenbolê bêguman hêzeke zêde da me.

Em ji destpêka pêvajoyê ve bi Başak Demirtaşê re şêwrê dikin.

Lijneyên me yên desthilatdar di qonaxa niha de hemû geşedan nirxandin û hevdîtin bi Başak Demirtaş re kir û di nav hevahengiyê de biryar hat dayîn ku nebe berbijêr.

Dê di rojên pêş de navên berbijêrên me yên Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê bi raya giştî re bên parvekirin.

Em ji ber gihandina sûdê bi dildarî spasiya xoşewîst Başak Demirtaşê dikin û dizanin di qonaxa nû ya piştî pêvajoyê de jî dê piştgiriyê bike.”

"Guh medin spekulasyonan"

DEM Partiyê herwiha got:

"Em bi taybetî rica dikin ku ji bilî daxuyaniyên fermî yên partiya me guh nedin ti daxuyaniyan û rê nedin avakirina bingehê spekulasyonan."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst