‘Eger guherînek çênebe dê Başak Demîrtaş bibe berbijêra Stenbolê’

01-02-2024
RÛDAW
Nîşan Başak Demîrtaş Stenbol Hilbijartin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Rojnameger Îsmaîl Saymaz di nivîsa xwe de behsa nîqaşên li ser berbijêriya hevjîna Selahattîn Demîrtaş, Başak Demîrtaşê kir û got, “Eger di deqîqeya dawî de guherînek çênebe dê Başak Demîrtaş bibe berbijêr.”

Ber bi hilbijartina herêmî ya 31ê Adarê ve, yek ji bajarên ku herî zêde tê nîqaşkirin bajarê Stenbolê yê Tirkiyeyê ye.

Di nîqaşan de, derbarê berbijêriya Başak Demîrtaşê de jî gelek îdia têne kirin.

Rojnameger Îsmaîl Saymaz di nivîsa xwe ya bi sernavê “Li Stenbolê Demîrtaş, li Enqereyê Beştaş” ku di Sozcuyê hat weşandin de behsa mijarê kir.

Saymaz diyar kir ku eger di deqîqeya dawî de guhertinek çênebe dê berbijêriya Başak Demîrtaşê were ragihandin.

Saymaz herwiha got, “Li cihê Tunç Soyer hilbijartina Cemîl Tugay jî biryara DEMê ya ji bo Îzmîrê guhertiye.”

Berbijêrê mêr dê kî be?

Li aliyê din hat îdiakirin ku Partiya DEMê dê Başak Demîrtaş û herwiha Arda Îlaldî ji bo berbijêriya hevşaredariyê ya Bajarê Mezin a Stenbolê nîşan bidin.

Îsmaîl Saymaz diyar kir ku berbijêrê hevserokatiyê yê mêr dê Parlamenterê berê yê HDPyê yê Stenbolê Alî Kenanoglu be.

Saymaz ragihand ku “DEM Partî dê heta dawiya vê hefteyê berbijêrên xwe eşkere bike.”

Beşa nivîsa Saymaz a girêdayî mijarê wiha ye:

“Li Stenbolê herî zêde pirsa ku her kes ji hev dipirse û li bersivê digere ev e:

Dê DEM Partî berbijêrê xwe derbixe?

Ez bersiv didim:

Piştî ku Başak Demirtaş ragihand ku ew dikare bibe berbijêr, eger di kêliya dawî de guhertin çênebe, ew dixwazin bikevin hilbijartinê.

Demîrtaş serlêdana fermî nekir.

Lewra rêveberên DEM Partiyê di daxuyaniya xwe ya li ber deriyê girtîgehê de diyar kir ku ew serlêdanê qebûl dikin.

Ji bo berbijêrê hevserokatiyê yê mêr jî Parlamenterê berê yê HDPyê yê Stenbolê Alî Kenanoglû difikirin.

Bi Demîrtaş re jinên Kurd, Tirk û Elewî û bi Kenanoglû re jî CHPyiyên ku xeyîdî ne dikin armanc.

Soyer biryar da guhertin

Navê Cîgira Serokê Koma DEM Partiyê Meral Daniş Beştaşê li Enqereyê, Kemal Bulbul li Antalyayê û Velî Saçilik jî li Boluyê hatin eşkerekirin.

Bulbul serokê berê yê Komeleya Pîr Sultan Abdal bû.

Saçilik jî bi nasnameya xwe ya sosyalîst tê naskirin.

Li cihê Tunç Soyer hilbijartina Cemîl Tugay jî biryara DEMê ya ji bo Îzmîrê guhertiye.

Berpirsekî DEM Partiyê dibêje, ‘Me li Îzmîrê li ser eşkerekirina berbijêrekî nîqaş nedikir. Tevî ku ti berteka me ji Tugay re tunebe jî, ji bo ku Soyer nayê nîşandan rexne li rêxistina me dikin.’

Her wiha li Edene, Balikesir û Bursayê ku biryara hilbijartinê lê hatiye dayîn berbijêr tên diyarkirin.

DEM Partî dê tenê li Mersînê piştgirî bide Vahap Seçerê CHPyî.

Hevsengiya ji sedî 65-35

Eger DEM Partî berbijêrê xwe eşkere bike dê ev herî zêde bandorê li Îmamoglu bike.

DEM Partî vê îhtîmalî dibîne.           

Berpirsekî DEM Partiyê dibêje, di wê rewşê de ji sedî 65-70ê dengderan dê berê xwe bidin berbijêrê xwe û ji sedî 30-35 jî dê berê xwe bidin Îmamoglu.

Min pirsî ka çima li Stenbolê berbijêr nîşan didin.

Wiha dibêje:

‘Sedema sereke zext û hewcedariya dînamîk a bingeha me ya civakî ya li hember me ye. Di vê mijarê de gelek bi xwestek in.’

Min got çima?

Ev bersiv da:

‘Ev du hilbijartin in bingeha me ya civakî deng didin CHPyê, ev jî bingeha me aciz dike.

Sînorek heye ku binkeya partiyê arasteyî partiyeke din bike. Yek car dibe, ew jî dibe taktîk.

Partiyek nikare jiyana siyasî ya ku ji sedî 100 bi serketina partiyeke din ve girêdayî bidomîne. Wê demê ji partîbûnê derdikeve.

Herwiha dema em li Stenbolê berbijêr dernexin, ev bandorê li Şirnex û Colemêrgê jî dike.’

Min pirsî:

Derketina Başak Demîrtaşê bandoreke çawa li pêvajoyê kir?

‘Bi bawerî, ji hilbijartinên giştî ve wekî gira berfê mezin bû û hat. Helwesta Başak Xanimê ev yek xurt kir.’

Gelo bertekên DEM Partiyê ji Îmamoglu re heye?

‘Na ti berteka wan nîne.

Li dijî wê sempatiya wan heye.’

Ozel an Îmamoglu ji DEM Partiyê daxwaz kiriye ku ‘berbijêrên’ xwe destnîşan nekin?

Çênebûye.

‘Ew bi rêzdarî nêzî me dibin lê di analîza dawî de jî dixwazin bi ser bikevin.’

Diyar kir ku diyarkirina berbijêran dibe ku ji bo Îmamoglu jî be û got:

‘Ji ber ku navên wan bi me re derketiye, dengdêr gelek caran ji aliyê hikûmetê ve hatine manîpulekirin.’

Tekez dike ku ev manîpulasyon dê bi ser nekeve ji ber ku ew dê berbijêrên xwe destnîşan bikin.

DEM Partî dê heta dawiya vê hefteyê berbijêrên xwe eşkere bike.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst