Hewlêr (Rûdaw) - Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogullariyê derbarê pêvajoya çareseriyê de got, "Mixabin desthilata niha, di vê mijarê de hîn gaveke girîng neavêtiye."
Tulay Hatîmogullari di civîna hevserokên rêxistinên DEM Partiyê de axivî.
Hatîmogullari anî ziman ku desthilatê, li hemberî banga Serokê PKKyê Abdullah Ocalan ti gav neavêtiye û wiha got:
"Me çend caran anî ziman ku em piştevaniya bangê dikin. Mixabin desthilata heyî, di vê mijarê de hîn gaveke girîng neavêtiye.
Ji bo pêkanîna zemîna siyasî, yasayî û civakî ya pêwîst da ku ev banga ku her kes lê xwedî derketiye bijî, em wekî DEM Partiyê şev û roj dixebitin lê em hîn jî ti gaveke berbiçav a ku ji desthilat û dewletê nehatiye avêtin nabînin."
"Îhtimala şerê sêyem ê cîhanê heye"
"Pêvajoya ku 7ê Îlonê bi dagirkirina Filîstînê ya ji aliyê Îsraîlê ve dest pê kir, Şerê Rûsya-Ukraynayê, bûyerên li Libnan, Îraq, Yemen, Îran û herî dawî jî pêşketinên girîng ên li Sûriyeyê...
Ev hemû bandorê li Tirkiyeyê, li me, li her kesê ku li vê salonê rûdinê dikin. Ev pêşketinên ku diqewimin qet ne serbixwe ne ji hev.
Em dibînin ku bi daxuyaniya herî dawî ya Trump, wî çerxeke nû daye şerên bazirganiyê.
Çin jî li hemberî polîtîkaya ku li ser tê meşandin bêdeng namîne, bi awayekî kûr û bêdeng di warên bazirganî, leşkerî û siyasî de bandorê li pêşketinên siyasî û civakî yên li seranserê cîhanê dike.
Em di destpêka şerê sêyem ê cîhanê de ne. Îhtimala pêkhatina şerê sêyem ê cîhanê û belavbûna wê qet ne lawaz e."
"Divê rewşên xebat û jiyana azad bi lez bên afirandin"
Ez dixwazim careke din balê bikişînim ser vê yekê ku tecrîda li Îmraliyê ya li ser Rêzdar Ocalan berdewam dike.
Li her hal û mercan divê rewşên xebat û jiyana azad bi lez bên afirandin.
Di bin ronahiya van pêşketinên ku li Rojhilata Navîn, Sûriyeyê û li asta cîhanê diqewimin de, em careke din balê dikişînin ser girîngiya banga Rêzdar Ocalan a ku ji bo avakirina aştiya navxweyî li Tirkiyeyê hatiye kirin.
Ev bang ne tenê ji bo gelê Kurd e, bangek e ku dê bersivê bide daxwazên 85 milyon hemwelatiyên li Tirkiyeyê.
Mirov birçî ne, xizan in. Hîn doh bi qasî ji sedî 25 zam li karebayê û bi qasî ji sedî 20 zam li gaza xwezayî hat kirin.
Mirov di Cejna Remezanê ya ku derbas kirin de di astekê de ne ku nikarin kîloyeke çokolata jî bikirin.
Ev bang, di heman demê de ji bo karker, kedkar, xizan, Elewî û hemû beşên bindest û kedxwar ên li Tirkiyeyê ye.”
“Divê li parlamentoyê komîsyonek were avakirin”
Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê diyar kir ku divê parlementoyê komîsyonek were avakirin û got:
“Ji bo aştiyê her kes amade ye. Ji muxalefeta Tirkiyeyê bigirin heta gelek beşên din her kes amade ye.
Gelekî girîng e ku li Parlamentoyê gavên berbiçav bên avêtin.
Ji van a herî pêkan ew e ku bi lez komîsyoneke ku karibe biryarên hevpar bigire bê avakirin.
Divê ev yek were zanîn ku siyaseta xapandinê, siyaseta dirêjkirina demê qet ji kesî re ne bi qezenc e, ji 85 milyon hemwelatiyên me re ziyanê tîne.
Em, dema ku li seranserê cîhanê guherînên wiha cidî diqewimin, dema ku pergalên cîhanî dixwazin xwe ji nû ve ava bikin, ji nû ve bihûnin, wekî DEM Partiyê ku di eniya gel, bindest û kedxwaran de cih digire em jî nikarin wekî xwe bimînin.
Ez dixwazim li vir ragehînim ku em jî dê bikevin nav hewldaneke nû ya rêxistinbûnê.
Rêzdar Ocalan jî gotiye, em di qonaxekê re derbas dibin ku divê em di siyaseta demokratîk de zêdetir xwe rêxistin bikin. Em dê li cem gel, gelê Kurd, civaka Elewî, gel û baweriyên cuda, karker, kedkar û xizan, jin û ciwan zêdetir xwe rêxistin bikin."
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse