Li Kocaeliyê qedexe hat ragihandin: Sedem Kurdî ye!

01-11-2023
RÛDAW
Nîşan HEZKURD Suphî Ozgen Kurdî Kocaelî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Meşa Serokê HEZKURDê Suphî Ozgen a ji bo Kurdî aliyê parêzgariya Kocaeliyê ve hat astengkirin.

Serokê Hereketa Zimanê Kurdî (HEZKURD) Parêzer Suphî Ozgen ji bo ku Kurdî di her qadê de bi fermî û azad were bikaranîn ji Stenbolê ber bi Enqereyê ve meşek da destpêkirin.

Dema ku Ozgen gihîşt rawestgeha Kocaeliyê, li wê de rê meşa wî ji aliyê parêzgariyê ve hate astengkirin.

Li Kocaeliyê qedexe

Parêzgariya Kocaeliyê li ser astengkirina meşa Serokê HEZKURDê Suphî Ozgen daxuyaniyek da.

Di daxuyaniya parêzgariya Kocaeliyê de hat ragihandin ku li ser medyaya civakî parvekirin hatine kirin ku wê ji Kocaeliyê heta Enqereyê meşeke bi daxwaza ku Kurdî bibe dersa mecbûrî û zimanê fermî were lidarxistin.

Parêzgariyê bi hinceta “ewlehiya neteweyî, parastina nîzam û ewlehiye gel” meş, çalakî, kampanyayên îmzeyan, anket, vedana çadir û standan, daxuyaniyên çapemeniyê, belavkirina belavokan, xwepêşandan, çalakiyên rûniştinê û civînên bikom 7 rojan qedexe kirin.

Piştî meş li Kocaeliyê hat astengkirin, Suphî Ozgen xwest li navçeya Sapancayê bimeşe lê vêcarê polîsan destûr neda.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst