Komeleya HezKurdê xwest ku Kurdî di EBA TVyê de bê weşandin

29-05-2024
Zozan Çetîn
Nîşan Suphî Ozgen EBA TV Kurdî Wezareta Perwerdeyê ya Tirkiyeyê Mamosteyên Kurdî Komeleya HezKurd
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Komeleya Hereketa Zimanê Kurdî ji Wezareta Perwerdeyê ya Tirkiyeyê xwest dersa Kurdî jî di EBA TVyê de bê weşandin.

Serokê Komeleya Hereketa Zimanê Kurdî (HezKurd) Suphî Ozgen li ser mijarê ji Tora Medyayî ya Rûdawê re axivî.

Suphî Ozgen got ku ji bo dersa zimanê Kurdî di EBA TVyê ya TRTyê de bê weşandin û hejmara mamostayên Kurdî bê zêdekirin li gel Serokê Daîreya Tayînkirina Mamostayan a Wezareta Perwerdeyê ya Tirkiyeyê hevdîtin kirine.

Ozgen diyar kir ku wan daxwazên xwe bi awayekî fermî gihandine wan û wan jî soz daye ku daxwazên wan bigihînin Wezîrê Perwerdeyê ya Tirkiyeyê.

EBA TV çi ye?

Di kanala fermî ya Tirkiyeyê TRTyê de li beşê EBA TV rojane dersên ku li dibistanên seretayî, navîn û amadehiyê tên dayîn tên weşandin.

Suphî Ozgen da zanîn ku wekî Komeleya HezKurdê wan bi daxwaznameyeke fermî ji Wezareta Perwerdeyê daxwaz kiriye ku dersa Kurdî jî di wê kanalê de bê dayîn.

“Bila hejmara mamostayên Kurdî bê zêdekirin”

Ozgen ji Rûdawê re ragihand ku wan di hevdîtina li gel Serokê Daîreya Tayînkirina Mamostayan a Wezareta Perderdeyê ya Tirkiyeyê de daxwaznameya xwe ya derbarê vê mijarê de pêşkêşî wan kiriye.

Herwiha di hevdîtinê de ji wan daxwaz kiriye ku hejmara mamostayên Kurdî li dibistanan bê zêdekirin.

Ji bo van daxwazên Komeleya HezKurdê Serokê Dayîreya Tayînkirina Mamostayan soz daye wan ku dê daxwazên wan bigihîne Wezîrê Perwerdeyê.

“Dê zarok karibin fêrî Kurdî bibin”

Serokê Komeleya HezKurdê Suphî Ozgen wiha anî ziman:

“Ji bo zarokên ku dixwazin fêrî zimanê Kurdî bibin lê di polekê de hejmara wan kêm e û mamosta ji bo wan nayên dayîn, eger ev pêşniyara me bê qebûlkirin, dê karibin bi rêya wê kanalê (EBA TV) fêrî Kurdî bibin.”

Ozgen herwiha bal kişand ser daxwazên malbat û xwendekaran jî û wiha pê de çû:

"Çiqasî daxwaz zêde bin hewqasî egera ku daxwaz bê qebûlkirin heye."

“Li ser CÎMERê daxwaz bikin”

Ozgen bi rêya Rûdawê ji malbat û zarokan jî xwest ku bi rêya CÎMERê (Navenda Ragihandina Serokkomariyê) li ser înternetê bikevin sîstema wan û daxwaznameya xwe ya fermî ji wan re bişînin û daxwaz bikin dersa zimanê Kurdî li ser EBA TVyê bê weşandin û hejmara mamostayên Kurdî bê zêdekirin.

“Pêwîst e parlamenterê Kurd xebateke zêde bikin”

Suphî Ozgen da zanîn ku derbarê heman mijarê de li gel gelek parlamenterên Kurd jî hevdîtin kirine û got:

"Pêwîst e parlamenterên Kurd ji bo bipêşxistina zimanê Kurdî xebateke zêdetir bikin."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst