Ekrem Îmamoglu: Divê pirsa Kurd ji zû ve bihata çareserkirin

21-10-2024
RÛDAW
Nîşan Ekrem Îmamoglu Kurd Pirsa Kurd Pêvajoya Çareseriyê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê Ekrem Îmamoglu li ser çareserekirina Pirsa Kurd got, "Kurd û binyadên etnîkî yên din parçeyekî vî miletî ne ku nayên cudakirin."

Ekrem Îmamoglu îro li Enqereyê bi nûnerên rojname, televîzyon û medyaya înternetê re civiya û bersiva pirsên wan da.

"Pirsa Kurd, mijara herî girîng a welat e"

Îmamoglu li ser pirsa çareserkirina "Pirsa Kurd" got, "Pirsa Kurd, mijara herî girîng a welat e.

Ev meseleya ku heta sedsala duyem a komarê hatiye ji bo me rewşeke tengezar e.

Divê me ev pirsgirêk ji zû ve çareser bikira. Ev mijara nabe ku mirov bi destdayînê şîrove bike.

Helbet ev silavdayîn girîng e. Li şûna ku em li vê silavdayînê li çepikan bixin, divê em rexne bikin û bibêjin heta niha çima silavdayînek nehatiye kirin, ez wiha difikirim."

"Bi lêgerîn û dîtina dijminan banga yekîtiyê nabe"

Îmamoglu diyar kir ku Kurd û binyadên etnîkî yên din parçeyekî vî miletî ne ku nayên cûdakirin û wiha berdewam kir:

"Yekîtî û pêkvebûn û hevgirtina me, ne tenê ji bo ewlehiya Tirkiyeyê, ji bo erdnîgariya me ya nêzîk jî bi qîmet e.

Ji bo yekîtiya binyadên etnîkî yên ciyawaz ne hewce ye ku em li dijminan bigerin.

Bi lêgerîna dijminan û dîtina dijminan banga yekîtî û hevgirtinê nabe.

Tiştê ku hevgirtinê, yekîtiyê asteng û zehmettir dike divê were ser maseyê û bê axavtin.

Meclîsa milet li wir e, heger wir têr nekir, divê di asta civakî û bingeha civakî de bê axavtin, rexnekirin û çareserkirin û maf û hiqûq jî werin parastin.

Ez qet naxwazim m ku hevwelatiyekî me xwe wekî pêkhate pênase bike.

Hevwelatiyekî min ê pêkhate tuneye. Êdî dev ji jimartina Kurd, Tirk û Çerkesan berdin, hevwelatiyên me resen in.

Ez pênaseya mafê pêkhateyan red dikim. Divê em wiha serdestiyeke dadî ava bikin ku ji bo hevwelatî bi aramî û ewlehî bibe perçeyekî welat.

"Heger ev stratejiyeke hilbijartinan be qet neynin"

Ewqas zelal e, takekesê wekhev hevwelatiyê wekhev. Daxwaza min ew e ku derbarê vê mijarê de pêvajoyên çareseriyê, nîqaşên pêvajoya probleman, bi medenî bikemilin.

Pêdivî bi vê tiştê heye. Heger ev stratejiyeke hilbijartinan be, ji bo li ser maseyan bibe cîhê bazarê bila qet neynin.

Ev tişt dê xisarê bide heyameke baş a paşerojê. Ev ne mijareke bazarê ye, divê ji dil were gotûbêjkirin. Rêbazên avakirina ji dil jî hene."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst