Koordînatorê Navenda Lêkolînên Kurdî Reha Ruhavîoglu got, “Xelkê Tirkiyeyê hinekî neteweperest e, Tirk jî dizanin ku çekdanîn meseleyê safî nake.”
Reha Ruhavîoglu “pêvajoya çareseriyê” ji Bultena Bakur a Rûdawê re nirxand.
Ruhavîoglu da zanîn, “Xelkê Tirk ne bawer e ku PKK dê çekan deyne” û fikarên Kurdan jî ji dewletê hene.
Reha Ruhavîoglu peyama Selahattîn Demîrtaş a piştî banga Ocalan bi rengê “Bersivek da endîşeyên Kurdan, Selahattîn Demîrtaş dibêje ji xwe bawer bin, ne ji çekan.”
Koordînatorê Navenda Lêkolînên Kurdî Reha Ruhavîoglu pirsên Hêvîdar Zanayê bersivandin:
Rûdaw: Li aliyê Tirkîyeyê xelk li gel wê yekê ne, PKK çekan deyne, lê belê dibêjin divê operasyon jî berdewam bikin, li cem Kurdan ev yek bi çi awayî ye?
Reha Ruhavîoglu: Berê ez behsa xelkê Tirkiyeyê bikim, çend xalan bibêjim. Li Tirkiyeyê atmosfereke wisa heye ku ne îro tenê, hem xelk hem hînekî milîtarîst e, neteweperest e hem jî ji şer û pevçûnan jî bi gazinc in û aliyê din, zanîn ku danîna çekên PKKyê meseleya pirsgirêka Kurd ji sedî 100 hel nake, yanî ev em bêjin serkeftiyek e hem ji bo civaka demokratîk hem ji bo welatperestên Tirkîyeyê, neteweperestên Tirkiyeyê ên Tirk lê zanîn ku mesele ne tenê meseleya çekdanînê ye, dîsa jî dê bandoreke erênî bike.
Li aliyê Kurdan wexta em binêrin, berî banga Abdullah Ocalan herî kêm ji sê paran du par piştgiriyeke kategorîk ji bo çekdanînê dikirin, yanî ji sê para du parên Kurdan ne ku şert û mercek hebe, dibêjin erê em piştgiriyê didin ku çek werin danîn.
Bîst pointê wan jî dixwazin pişt bidin proseya çekdanînê lê hî hînekî ewên wan, pirsên wan hene ji ber ku zext û zorek li ser siyaseta sivîl e, eger çek werin danîn û rê li ber siyaseta sivîl venebe dê çawa be? Hinek fikarên wan ên wisa hene.
Tenê nêzî deh pazdeh point hene ku naxwazin PKK çekan deyne, ew jî normal e di nav civakekê de wekî hûn dibînin di aliyê Tirkiyeyê jî yanî xelkê Tirk ne bawer e ku PKK dê çekan deyne. Ji ber çi? wexta roj bi roj em mesajan dibînin ku PKK dibêje em dê çekê xwe deynin, em dê kongreyê kom bikin, em dê PKKyê tesfiye bikin. Ocalan bang kiriye, PKK dibêje em dê qebûl bikin.
Lê hişmendîya Tirkiyeyê fam nake, nehatiye wê astê ku vêya fam bike ji ber ku 40 sal in şer heye û heta îro çend hikûmet guherîne û ji kesî re nesîb nebûye ku em bibêjin bêçekbûna PKKyê bi serî bibe.
Ji ber vê yekê jî xelk hinekî bawer nake ku ew bibe, PKK çekan deyne lê ew gav dê were avêtin, PKK dê çekên xwe berde yanî, dê xelkê Tirkiyeyê hinekî ew bibe.
Rûdaw: Mirov dikare bibêje ku her du alî jî baweriyê bi hev nayînin? Tirk bawer nakin PKK çekan deyne, Kurd jî dibêjin em bawer nakin Tirkiye mafê me bide me. Yanî PKK çekan deyne jî dibe ku em tiştekî bi dest nexin. Ev yekê heta kîjan radeyê rast e?
Reha Ruhavîoglu: Niha fikarên wisa hene, ji ber ku ev telaş, endîşe hinekî ji ewê pêk tê, ji ber ku di banga Ocalan de, wê mektûbê xîtabî Tirkan û xîtabî hestên Tirkan dikir, ne ku em bêjin xîtabî hestên Kurdan dikir.
Yanî xîtabî PKKyê dike, bi awayekî teknîkî lê bi awayekî hestane, xîtabî Tirkiyeyê û dewletê dike, xîtabî Tirkan dike, wexte Kurd li meydanan kom bûn li bendê bûn ku di nameyê de hinek tişt ji bo Kurdan jî hebin lê tê de nebûn, ji ber wê yekê jî normal e ku hin endîşeyan bimeşînin.
Lê du roj pişt re ya rojek du şûn de Selahattîn Demîrtaş mektûbek belav kir, bi ya min Selahattîn Demîrtaş ji herî zû endîşeyên Kurdan hîs kirin û bersivek da.
Selahattîn Demîrtaş ji me re çend tiştan dibêje, dibêje ku ya yekem demografiya me avantajek e. Demografiya Kurdan îro li Tirkiyeyê avantajek e, yanî ji 20-25 nifûsa Kurdan heye. Bi awayekî sivîl, em kanin vê demografiyê, vê nifûsê wekî hêzekê bimeşînin û pêş ve bibin. A duyem Selahattîn Demîrtaş dibêje ji xwe bawer bin, ne ji çekan bawer bin, yanî di awayekî demokratîk ve însanên mîna Demîrtaş, em bibêjin pêşengên mîna Demîrtaş û qada sivîl coş bibe îhtimaleke heye ku Kurd mafên xwe bi awayekî sivîl bi dest bixin. Ji ber ku ew behaneyên ku em bibêjin “rêxistina terorî” filan bêvan ji holê rabe zor û zext zû zû nikare wer li siyasete Kurdan bike. Erê, dê dîsa were kirin lê ne mîna berê.
Îro binêrin li welatên Ewropayê, em bêjin partî û herêmên ku ji bo miletê xwe mafan dixwazin, niha çek nemane lê dîsa jî ew rêxistin dimeşe, li Spanyayê, em bibêjîn meseleya Katalan û Baskan, îro çek nîn lê dîsa jî li hemberî hikûmeta Spanyayê siyaseteke herî herî xurt dimeşe, ez bawer im ku dê siyaseta sivîl xurttir bibe û lîderên wek Selahattîn Demîrtaş ku dikarin vê demografiya Kurdan wekî hêzekê bimeşînin û siyasetekê bikin dê derkevin pêş.
Sivîlbûn û demokratîkbûn û dê bibe avantajek ji bo nifûsa Kurdan jî. Îro rast e, li Bakur jî li Tirkiyeyê jî nifûsa Kurdan hinekî endîşeya wan heye, ê ka me çi bi dest xist?
Lê divê were zanîn ku bi destxistin ji sedî 100 nikare were eşkerekirin û ne tenê li Tirkiyeyê jî îro li Rojavayê eger Kurd tiştekî bi dest bixin, ev jî encama vê proseye ye ne tenê li Tirkiyeyê dimeşe ew prose.
Rûdaw: Niha DEM Partî amadehiyan dike dakeve nava xelkê, ji bo van endîşeyan nehêle û daxwaza piştgirîyê bike, dê karibe di vê rewşa niha de bi vê banga ku li ber destê wan e, endîşeyên Kurdan ji holê rake?
Reha Ruhavîoglu: Niha rakirina endîşeyên Kurdan, perfomans û em bibêjîn îmtîhana DEMê ye, yanî ya sîyaseta sivîl e. Eger karibin ji holê rakin û baweriya xwe rê xelkê bidin û karibin ji holê rakin, dê serkeftî bin, eger nikaribin yanî ji xwe nebawer bin û ew endîşeyan nikaribin îzale bikin, ew jî problema DEMê ye, ji ber vê yekê jî bi qasî ez dibînim Selahattîn Demîrtaş înîsiyatîv girt ku xelk endîşeya xwe berde çavê wan vegera Selahattîn Demîrtaş û li qada sivîl bimeşe binêre û hinekî bawerî were wan, hinekî ew endîşeyên wan kêmtir bibin, niha em hîn teze ne, em di vê proseyê de hîn teze ne, divê Tirkiye yan hikûmet çend gavan biavêje ku Kurd bawer bikin ku bê çek jî dê tişt biguherin.
Niha doh êvarî çend mamoste ji ber ku kitêbeke Kurdî amade kirine, em her kes vê kitêbê bi kar tînin ji ber ku li Tirkyeyê ji bo hînbûna Kurdî, çavkaniyeke herî herî profesyonel û baştir e. Eger hûn li hemberî vê kedê operasyonên binçavkirinê û yên siyasî bimeşînin baweriya Kurdan bi Tirkiyeyê nabe. Yanî erê çekdanîn belkî were kirin lê di navbera Kurda û Tirkiyeyê têkiliyeke erênî dê bi aliyê pozîtîv de nemeşe, ji ber vê yekê berê, divê Tirkiye, hikûmeta Tirkiyeyê dev ji gavên siyasî yên berdin ku hinekî baweriya Kurdan were.
A din, perfomansa siyaseta Kurd girêdayî ye, îro sibe, du meh, sê meh, pênc meh belkî nikaribin van endîşane îzale bikin û hêzekê em moralekê bidin Kurdan lê sibe, du sibe, salek du sal, sê sal em vegerin du xwe meyzînin wê çaxê em dê binêrin ku siyaseta Kurdan jî moralê Kurdan jî zêdetir bûye.
Rûdaw: Gelekî spas Birêz Reha Ruhavîoglu.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse