Mehmet Emîn Ekmen: Dewlet dikare bi serê xwe jî bibêje ‘Ez hinek mafan nas dikim’

03-03-2025
Mihemed Izedîn
Mehmet Emîn Ekmen pirsên Mihemed Îzedîn bersivandin / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Mehmet Emîn Ekmen pirsên Mihemed Îzedîn bersivandin / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Nîşan Mehmet Emîn Ekmen Kurd Pêvajo Dewlet
A+ A-

Alîkarê Serokê Giştî yê Partiya DEVAyê Mehmet Emîn Ekmen bandora banga Abdullah Ocalan a li ser siyaseta Tirkiyeyê ji Rûdawê re nirxand û got ku tirsa li ser pirsgirêka Kurdan dikare kêmtir bibe û siyaset dikare azadtir bibe.

Ekmen li ser mijara hilbijartinên pêşwext destnîşan kir ku ew wekî mixalefetê ji bo hilbijartinan amade ne lê biryara hilbijartinên pêşwext bi Erdogan û AK Partiyê ve girêdayî ye.

Ekmen derbarê guherandina destûrê diyar kir ku DEVA piştgiriya destûreke nû dike lê got, "AK Partî bi mijarê raya giştî mijûl dike."

Ekmen, di çarçoveya “pirsgirêka Kurdan” de got ku divê pênaseya welatîbûna di destûrê de berfirehtir be.

Mehmet Emîn Ekmen li ser siyaseta derve û pirsgirêka Sûriyeyê de diyar kir ku divê yekparçebûna axa Sûriyeyê bê parastin û destûra pirçandî divê hemû kom û pêkhateyên etnîk û olî li xwe bigire.

Ekmen got ku ji bo vegera Sûriyeyiyan a ji Tirkiyeyê pêwîst e garantiya yasayî û şertên guncav werin dabînkirin.

Alîkarê Serokê Giştî yê Partiya DEVA û Parlamenterê Mêrsînê Mehmet Emîn Ekmen ji bo ku beşdarî Foruma Hewlêrê ya salane ya ku ji aliyê Navenda Lêkolînan a Rûdawê hatiye lidarxistin bibe hat Başûrê Kurdistanê.

Mehmet Emîn Ekmen pirsên Mihemed Îzedîn bersivandin:

Rûdaw: Birêz Mehmet Emîn Ekmen, hûn bi xêr hatin.

Mehmet Emîn Ekmen: Silav, ez ji hemû temaşevanên me re silav û rêzên xwe pêşkêş dikim.

Rûdaw: Ez dixwazim bi vê pirsê dest pê bikim. Bandora banga Serokê PKKyê Abdullah Ocalan li ser siyaseta navxweyî ya Tirkiyeyê û pêwendiyên di navbera partiyan de dê çi be?

Mehmet Emîn Ekmen: Heta niha di siyasetê de nedikarîn hinek daxwazên demokratîk bînin zimên ji ber tirsa terorê û tehdîda wê. Ne tenê DEM Partî, her wiha siyasetmedarên di partiyên din ên Tirkiyeyê de jî dema dixwestin li ser pirsgirêka Kurdan tiştekî bibêjin, nîgeranî hebû ku dê tûşî sûcdarkirina terorê bibin yan na.

Ev yek dê ji holê rabe. Kesên ku di siyaseta Tirkî de dizanin di pirsgirêka Kurd de divê çi bikin ji ber tirsa dabeşbûnê û tehdîda terorê nikarîbûn hinek gavan biavêjin. Dewlet jî ji vê tirsê û ji ber vê tehdîdê dê aramtir bibe.

Di siyaseta Kurdan de bi ihtîmaleke mezin hem di partiyên Kurd de hem jî di nav aktorên siyasî yên ku li seranserê Tirkiyeyê siyasetê dikin, de curbecurî û rengînî dê çêbibe. Ji bo DEM Partiyê jî qeyûmdanîna ser şaredariyan lêpirsînên bi hinceta endamtiya rêxistinên terorê yan jî sedemên wekhev ên din dê rawestin. Kadroyên DEM Partiyê dê nû bibin û siyaseta Tirkiyeyê dê li gorî berê azadtir, hêzdartir û avakertir bibe.

Rûdaw: Baş e, li Tirkiyeyê behsa hilbijartinên giştî yên pêşwext tê kirin. DEVA wekî partiyeke mixalefetê çawa li hilbijartinên pêşwext dinêre?

Mehmet Emîn Ekmen: Heta hilbijartinan zêdetirî 3 salan heye. Li gorî destûrê, yan Erdogan biryarê dide yan jî 360 parlamenterên li meclisê. Ew jî bêyî AK Partiyê nabe, yanî bêyî daxwaza Erdogan û AK Partiyê hilbijartin pêk nayên.

Ez behskirina rojeva hilbijartinê zû dibînim. Diyarkirina namzeta CHPyê jî zû dibînim lê heke hûn bipirsin ev pêvajo dê çawa bandorê li hilbijartinan bike, hinekî wext divê. Em dê piştgiriyê bidin karên baş ên di warê demokratikbûnê, dewleta hiqûqê û mafên mirovan de. Lê vê pêvajoyê 1ê Çiriya Pêşîn dest pê kir.

Di heman demê de li Tirkiyeyê zêdetirî 20 rojnamegeran rastî lêpirsînê hatin. Heta astrologekî ku digot "ez vê dibînim" jî rastî lêpirsînê hat. Yanî wekî komediyekê bû.

Li gel vê yekê, li ser şaredariyan fişar heye. Ne tenê qeyûmdanîn, her wiha li ser şaredariyên CHPyê jî zext hene. Li ser rojnameger, televîzyon û rêxistinên civaka sivîl jî zext hene. Ev hemû bi banga Bahçelî ku dibêje "divê çek werin danîn û em bingeha demokratîk bi hêz bikin" re dijber in.

Em dê pêşveçûnan bişopînin lê ya ku em fêm dikin ew e ku Birêz Erdogan dê di warê demokratîkbûnê de nikare perspektîveke çêtir pêşkêş bike. Yanî ew hewl dide ku hêza xwe zêde bike û dema derfetê bibîne careke din bikeve nava hilbijartinan û plana qezenckirinê çêdike. Ev jî dûrî perspektîva me ye.

Rûdaw: Hûn wekî Partiya DEVAyê, wekî partiyeke mixalif a di meclisê de, piştgiriyê didin hilbijartinên pêşwext? Li ser vê mijarê hûn di bereya CHPyê de ne?

Mehmet Emîn Ekmen: Li Tirkiyeyê rewşa aborî gelekî xerab e. Mehmet Şimşek hat, faîz gihişt ji sedî 50î. Lê teqawîdên ku mûçeya herî kêm digirin, kesên ku bi mûçeya asgarî dixebitin û kesên ku tu ewlehiya wan nîne di rewşeke gelekî zehmet de ne. Helbet ji bo ku ev şert werin sererastkirin, em hilbijartinekê dixwazin.

Partiyeke mixalefetê nikare bibêje "Em hilbijartinan naxwazin". Em her demê ji bo hilbijartinan amade ne lê min berê bersiv da. Hemû partî, ji bilî AK Partiyê li hev bikin jî nikarin biryara hilbijartinê li meclisê bistînin. Lewma dê Erdogan û AK Partî biryarê bidin.

Em li 10 salên dawî binêrin. Li Sûriyeyê 36 leşker şehîd bûn. Bûyerên xendekan çêbûn. Hewldana derbeyê pêk hat. Dolar di vê demê de ji 3 lîreyan gihişt 30 lîreyî. Hilbijartinên pêşwext pêk nehatin. Ji ber ku bi daxwaza mixalefetê re hilbijartinên pêşwext pêk nayên, ez zêde gotûbêjkirina vê mijarê rast nabînim.

Wê demê, dengderên mixalif dê wiha bifikirin, "Ev nikarin biryara hilbijartinekê jî bistînin" û belkî dev ji sindoqê berdin.

Rûdaw: Pirseke din a germ jî heye. Mijara nivîsandina destûrê ji nû ve. DEVA Partî çawa li nivîsandina destûreke nû dinêre?

Mehmet Emîn Ekmen: Em dibêjin ku destûreke nû pêwîst e. Di vê mijarê de, di programa partiyê û planên me yên çalakiyan de nirxandinên gelekî zelal hene lê piştî hilbijartinê, ji ber ku Erdogan ji siyaseta faîzê vegeriya, ji bo ku raya giştî mijûl bike hinek nîqaşan derdixe holê. Yek ji wan jî destûr e. Du sal in dibêjin em destûreke nû çêbikin.

Baş e, pêşniyareke ku pêşkêşî Meclisê bûbe heye? Na. Gelo ev mijar bi serdana partiyên siyasî re hatiye gotûbêjkirin? Na. Wê demê niyeta wan a derbarê destûra nû tune. Ji xwe beşeke mixalif a li Tirkiyeyê jî di wê nîgeraniyê de ye ku destûra nû dê mafê hilbijartinê ya careke din bide Birêz Erdogan.

Niha ev hemû di dema borî de man. Her wiha em di nav pêvajoyeke aştiyê de ne. Eger ev pêvajo bigihêje astekê, dibe ku dewlet ne bi mizakereyan lê bi xwe bibêje 'Ez hinek mafan nas dikim'.

Nîşaneyên wisa hene. Lewma em dikarin mijarê destûra nû careke din gotûbêj bikin dema ku ya ku em jê re dibêjin pêvajoya çareseriyê yan jî pêvajoyo aştiyê û bangawaziya Ocalan gihişt kemilînekê. Ji îro ve rojeva wisa tune.

Rûdaw: Li ser pênaseya welatîbûnê di destûrê de dîtina partiya we çi ye?

Mehmet Emîn Ekmen: Em difikirin ku pênaseya welatîbûna destûrî divê were guhertin û bi pênaseyeke ku hemû cudahiyên ol, ziman, nijad û pêkhateyên etnîkî yên li Tirkiyeyê dijîn, ve were guhertin.

Rûdaw: Em li ser pirseke din bisekinin. Têkiliyên Partiya DEVAyê bi partiyên Kurd û Herêma Kurdistanê re di çi astê de ne?

Mehmet Emîn Ekmen: Em partiyeke ku ji hemû Tirkiyeyê re dibêje. Partiya me partiyeke demokrat e. Di programa partiya me de pirsgirêka Kurd, maf û azadiyên bingehîn, perwerde bi zimanê zikmakî, welatîbûna destûrî, rêveberiyên xwecihî, mafên çandî hemû bi firehtirîn awayî hatine nivîsandin. Em vê jî qebûl dikin ku partiyên ku wek partiyên Kurdistanî tên zanîn di siyasetê de rengînî û pirçandiyeke xweş tînin.

Lê dema dengderê Kurd diçe ser sandoqê, hem li herêmê hem jî li seranserê Tirkiyeyê tercîh dike ku berê xwe bide partiyên herî bihêz. Ji ber vê yekê siyaseta me a deriyên vekirî bi hemû partî û aktorên siyasî re heye. Em bi her kesî re dicivin, em li her kesî guhdarî dikin û ramanên xwe jî digihînin hemûyan.

Rûdaw: Dîtina we derbarê siyaseta derve ya Tirkiyeyê û pirsgirêka Sûriyeyê çi ye? CHP siyaseta Tirkiyeyê ya li Sûriyeyê, wekî di serdema Esed de jî rexne dikir, niha jî rexne dike.

Mehmet Emîn Ekmen: Em difikirin ku li ser Sûriyeyê çend mijar gelekî girîng in. Ya yekem, divê yekparçebûna axa Sûriyeyê were parastin. Dê Sûriyeyî biryar bidin bê kîjan modela rêveberiyê dê were bikaranîn. Lê belê, divê pêvajoya avakirina destûrî li Sûriyeyê Ereb, Kurd, Tirkmen, Elewî, Durzî, Şiî û Sunî hemûyan li xwe bigire.

Her wiha jî dewlemendiyên xwezayî yên Sûriyeyê yên hemû Sûriyeyiyan in. Em bawer dikin ku Sûriye divê bêyî dabeşbûnê bigihêje destûreke demokratîk û pirçandî ya rastîn. Helbet, divê Kurd jî ji bo çi qasî beşdariyê Ereb dibe ew jî ew qasî beşdar bibe. Her wisa, divê Elewî, Nuseyrî û Durzî jî xwe di wê destûrê de bibînin û xwe di wê rêveberiyê de ewle hîs bikin. Li kêleka me, du mînakên neyînî hene. Modelên li Îraq û Libnanê bi ser neketin. Yanî modelên ku pozisyon û statuyan dabeş dikin, bi ser neketin. Ez bi rastî nizanim li Sûriyeyê dê çi model were hilberîn lê em jî bi meraq li pêşveçûnên li wir dinêrin.

Rûdaw: Hûn li ser vegera Sûriyeyiyan ên ku li Tirkiyeyê dijîn çi difikirin? DEVA niha difikire ku penaber divê vegerin?

Mehmet Emîn Ekmen: Ti Sûriyeyî ji bo kêfê nehatine Tirkiyeyê. Tu Sûriyeyî jî li Tirkiyeyê gelekî dilxweş û dewlemend nîne. Ew dema ku derfet û îmkan çêbibin dixwazin vegerin welatên xwe. Lê ji bo ku ew vegerin welatên xwe, divê sîstemeke nû were avakirin, divê garantiyên yasayî werin dayîn, divê ew ji nebûna lêpirsînan li ser mal û milk an jî li ser xwe piştrast bin.

Esed çû, birêvebiriyeke nû ya Ehmed Şer hat. Birêvebiriya Şer nêzî bicihkirina van gavan xuya dike. Dîtina min ev e ku dema avakirina ji nû ve ya Sûriyeyê, yanî li gel binesaziyê were rojevê, dema ku ew der ji nû ve were avakirin, beşeke mezin a penaberên Sûriyeyî dê vegerin. Em vegera dilxwaz a ku tê teşwîqkirin, cesaretdayîn û bi hêz piştgirîkirin rast dibînin.

Rûdaw: Birêz Ekmen, spas ku hûn bûn mêhvanê me.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst