Hewlêr (Rûdaw) - Şêwirmendê Serokkomarê Tirkiyeyê, Mehmet Uçum diyar kir ku Kurdan mafê xwe yê çarenivîsê bi kar aniye û Komara Tirkiyeyê dewleta neteweyî ya Kurdan e.
Alîkarê Serokê Lijneya Polîtîkayên Hiqûqî yên Serokomariyê û Şêwirmendê Serokkomarê Tirkiyeyê Mehmet Uçum, li Enqereyê bersiv da pirsên rojnamegeran.
Li ser pirsa pêşhatên “pêvajoya nû” Şêwirmendê Serokkomarê Tirkiyeyê Mehmet Uçum got:
“Ji 1ê Çiriya Paşîn ve serdemek heye. Di vê serdemê de gelek nîqaş tên kirin.
Em behsa însiyatîfa dewletê dikin. Ev ne pêvajoyeke çareseriyê ya bi şêwazê berê ye, yan jî pêvajoyeke ku bi şêwazeke din e.
Komara Tirkiyeyê dewleta neteweyî ya Kurdan e. Tirkiye welatê Kurdan e.
Projeyeke emperyalîstan heye ku Kurd bidin dû avakirina dewletê.”
Mehmet Uçum di berdewamiya axaftina xwe de anî ziman ku li Tirkiyeyê pirsgirêka Kurdan a bi statuyê re nîne.
Li gorî gotina Uçum berê li Tirkiyeyê pirsgirêkên dîndar, Elewî û Kurdan hebûn lê di van mijaran de pêşketin çêbûne û pirsgirêkên heyî hatine çareserkirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse