Çavên desthilat û mixalefetê li ser şaredariya Stenbolê ne

09-01-2024
Ferdî Sak
Murat Kurum dest bi propagandeya xwe ya hilbijartinê kir
Murat Kurum dest bi propagandeya xwe ya hilbijartinê kir
Nîşan Hilbijartinên Şaredariyan Stenbol Ekrem Îmamoglu Murat Kurum
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Di hilbijartinên 31ê Adara îsal ên şaredariyan de çavê desthilat û mixalefetê li ser bajarê Stenbolê ye.

CHPyê biryar daye Ekrem Îmamoglu bimîne. AK Partiyê jî wezîrê berê yê bajarvaniyê Murat Kurum derxist hemberî Îmamoglu.

Berbijêrê AK Partiyê yê Şaredariya Bajarê Mezin ê Stenbolê Murat Kurum di roja yekem berbijêriya xwe de li meydanan bû.

Murat Kurum çû serdana esnaf û dikandarên Stenbolê û ji wan piştevanî xwest.

“Pisgirêka trafîkê dê bi dawî bibe”

Murat Kurum got, “Înşalah Stenbola me dê ji nû ve derbasî destên ehlê xwe bibe. Pirsgirêka trafîkê ya Stenbolê dê bi dawî bibe.

Heta ku yek avahiya metisîdar li Stenbolê nemîne em dê bajaran nûjen bikin û  ew nîgeraniya welatiyan bi dawî tê.”

Lê CHP beşek ji karên Murat Kurum ên di serdama Wezîrtiya Jîngeh û Bajarvaniyê de bi bîr dixe û rexneyan lê digire.

Serokwekîlê Grûba CHPyê Gokan Gunaydin jî got:

“Murat Kurum di navbera 2018 û 2023yan de Wezîrtiya Jîngeh û Bajarvaniyê kir. Baş e ma yek çalakiya erênî ya Murat Kurum di vê serdemê de ji bo Stenbolê kiribe heye?

Bi gotinên em dê 100 hezar yan milyonek avahiyan lê bikin, mexdûrên TOKÎyê li pey mane.

Tevî ku salek bi ser erdhejên 6ê Sibatê re derbas dibe hîn ji sedî 4ê avahî radestî mexdûrên erdhejê nehatine kirin.”

Li gorî rapirsiyan Îmamoglu li pêş e

Li gorî rapisiyeke dawî ya Metroplê, berbijêrê CHPyê Ekrem Îmamoglu di hilbijartinên şaredariyê yên 31ê Adara 2024an de ji sedî 48,2 û berbijêre AK Partiyê Murat Kurum jî ji sedî 33,9an dengan bi dest dixe.

Ji sedî 17,9an  dengderan hîn jî biryara xwe nedaye. 

Rewşa heyî di berjewêndiya Îmamglu de ye lê eger DEM Partî li Stenbolê  berbijêr nîşan bide eger heye ew tablo berovajî bibe.

“Dibe ku Îmamoglu têk biçe”

Koordinatorê Kurdish Studies Centerê Reha Ruhavîoglu jî got:

“Eger li Stenbolê namzed Başak Demîrtaş be dibe ku ji sedî 7 heta 8 dengan ji Kurdan wergire. Ev yek jî dê karê Îmamoglu gelekî zehmet bike. Dibe ku Îmamoglu têk biçe.”

Di hilbijartinên xweciyî yên sala 2019an de Ekrem Îmamoglu bi rêjeya ji sedî 54,2  hevrikê xwe yê AK Partiyî Bînalî Yildirim li hemberî ji sedî 44,9an dengan têk biribû û bûbû şaredarê Stenbolê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst