Gelo DEM Partî û AK Partî dê li Stenbolê tifaqê bikin?

08-01-2024
RÛDAW
Reha Ruhavioglu beşdarî bultena Rûdawê bû û stratejiya DEM Partiyê nirxand
Reha Ruhavioglu beşdarî bultena Rûdawê bû û stratejiya DEM Partiyê nirxand
Nîşan Hilbijartinên Şaredariyan DEM Partî AK Partî Stenbol
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Koordînatorê Navenda Lêkolînên Kurdî Reha Ruhavioglu got, “Diyar e ku DEM Partî li Stenbolê berbijêrê xwe diyar bike. Eger bi AK Partiyê re tifaqê bike û berbijêreke bihêz a wek hevjîna Demîrtaş, Başak Demîrtaş derbixe, dê ji sedî 8 deng bigire.”

Ruhavîoglu herwiha diyar kir ku dê ev bibe sedema têkçûna Îmamoglu.

Bi nêzîkbûna hilbijartinên xwecihî yên 31ê Adarê re, çarenivîsa parêzgeha Stenbol bûye mijara sereke ya Tirkiyeyê.

Herwiha stratejiya DEM Partiyê ya ji bo Stenbolê jî cihê mereqê ye.

Tê îdiakirin ku dê DEM Partî li Stenbolê berbijêrê xwe diyar bike û bi navê xwe beşdarî hilbijartinan bibe.

Lewra heta niha DEM Partiyê stratejiya xwe eşkere nekiriye.

Kordînatorê Navenda Lêkolînên Kurdî Reha Ruhavioglu beşdarî bultena Rûdawê bû û stratejiya DEM Partiyê nirxand.

“Stratejiya li herêmê eşkere ye”

Ruhavioglu diyar kir ku dê DEM Partî li rojavayê Tirkiyeyê û parêzgehên herêmê stratejiyeke cuda ya hilbijartinan bişopîne û got:

“Stratejiya wan a li Kurdistanê ji xwe eşkere ye. Ew dê li parêzgehên herêmê bi navê DEM Partiyê beşdarî hilbijartinan bibin.

Di hilbijartinên berê de 56 şaredarî bi dest xistibûn. Di vir de tevlihevî û nediyarbûn nîne. Berbijêr dê bi navê partiya xwe DEM Partiyê beşdarî hilbijartinan bibin.

Dibe ku li çend cihan bi hinek partiyên Kurdistanî an jî partiyên wek TÎP û CHPyê re danûstandinan bikin.

Ev jî îhtimaleke biçûk e. Ji ber ku ji dervey çend navçeyan pêwîstî bi vê yekê nîne.

HUDA PAR û Partiya Refahê dê bi navên xwe bikevin hilbijartinê. Dibe ku ev yek destê DEM Partiyê xurt bike.

Wekî mînak eger li Çinar an jî li Erxeniyê HUDA PAR an jî Partiya Refahê bi navê xwe beşdarî hilbijartinê bibin dê DEM Partî avantajê bi dest bixe. Wisa xuya dike ku dê ev partî bi navê xwe beşdarî hilbijartinê bibin.”

“DEM Partî peyamê dide her du aliyan jî”

Ruhavioglu diyar kir ku li Stenbolê nediyariyek heye û got:

“Li bajarên wekî Stenbolê nediyariyek heye. Li van cihan DEM Partî ji her du aliyan re jî hinek peyaman dişîne. Hem ji AK Partiyê û hem ji CHPyê re jî peyam dişîne.

Wekî mînak dibêje ‘em amade ne ku bi herkesî re hevpeyvînê bikin’ lê hinek şert û mercên wê hene.

Ango dibêjin pêwîst e em derbasî sîstemeke demokratîk bibin. Daxwaza çareseriya pirsgirêka Kurd dikin û dibêjin pêwîst e sîstema qeyûman bêne rakirin.

Eger em li van geşedanan temaşe bikin ev tişt derdikevin holê, di serî de dixwazin dengê xwe bigihînin hikûmetê. Dixwazin bi hikûmetê re dan û standinê bike.

Pirsgirêka Kurdan, pirsgirêka qeyûman, tenê bi destê hikûmetê tê çareser kirin. Ango partiyên mixalîf nikarin tiştekî bikin.”

“DEM Partî dê li Antalyayê piştgiriyê nede CHPyê”

Reha Ruhavioglu li ser gotegotên ku DEM Partî  li bajarên mezin derî li ber tifaqa bi CHPê re girtiye wiha axivî:

“Niha li gelek cihan pêwendiyên xwe yên bi CHPyê re qut kirine. Pêwendiyên wan ne wekî berê ne. Wekî mînak duh li Antalyayê kongreya wan hebû.

Ji şaredariya CHPê salon xwestine lê şaredariyê salon nedaye. Hevserokê Giştî yê DEM Partiyî jî di axaftina xwe de got ku ew careke din dengê xwe nedin vê partiyê.

Wisa dixuye ku dê DEM Partî li Antalyayê piştgirî nede CHPyê.  Ev yek AK Partiyê dixe rewşeke bi avantaj, lê bi texmîna min ji bo Stenbolê hîn jî îhtîmala lihevkirina bi AK Partiyê û CHPyê re heye.

Wisa dixuye ku dê DEM PArtî li Antalya û Bursayê piştgiriyê nede ti partiyekê. Ev jî partiya hikûmetê dixe rewşeke bi avantaj.

Lê li Stenbolê dixwazin AK Partî û Erdogan wan muxatab wergire û bi wan re biaxivin, divê hin mijar bên nîqaşkirin û soz bê dayîn.”

Îhtîmala danûstandina AK Partiyê bi DEM Partiyê re heye?

Ruhavîoglu li ser pirsa gelo îhtîmala danûstandina AK Partiyê bi DEM Partiyê re heye yan na, wiha bersiv da:

“Ne pêkan e ku deriyê ti peymanekê bi awayekî vekirî vebe. Lê heta niha AK Partiyê bi dizî û li pişt perdeyê deriyek venekiriye.

Her çiqas em dibînin ku Erdogan dixwaze Stenbolê qezenc bike jî garantî nîne ku Murat Kurum, Îmamoglû têk bibe. Ji ber vê yekê rîsk ji bo Murat Kurum zêde ye. Avantaja Ekrem Îmamoglû heye.

Li gel vê rewşê jî Erdogan û AK Partî ji bo DEM Partiyê gavan navêjin. Bi wan re muzakereyê nakin, ev rewşeke pir ecêb e.

Ev jê tê vê wateyê: Dibe ku DEM Partî namzedek destnîşan bike. Lê belê ne diyar e ka dê ev namzet çawa be. Ne diyar e ku ew dê kampanyayek çawa jî bimeşînin.

Eger bi AK Partiyê re li hev bikin dê namzedekî bihêz destnîşan bikin, wek mînak navê hevjîna Demîrtaş Başak Demîrtaş di rojevê de ye. Ev nav di nav Kurdan de pir populer e.

Eger li Stenbolê wê bikin namzed dikare ji sedî 8, belkî jî ji sedî 10ê dengan bistîne. Ev yek dikare Îmamoglu bike rewşeke zehmet. Heta dikare têk jî here.”

Dê DEM Partî û AK Partî bigihîjin rekeftineke veşartî?

Ruhavîoglu li ser îdiaya ku DEM Partî û AK Partiyê peymanên veşartî pêk anîne got:

“Ev senaryoyek e, di destê me de tu agahiyên ku AK Partî û DEM Partî danûstandinên veşartî dikin nînin, tiştekî wiha nayê dîtin. Lê heta ku stratejiya DEM Partiyê zelal nebe ev îhtîmal dê li ser maseyê bimîne.

Îhtimaleke wiha jî heye: Erdogan naxwaze deyndarî Kurdan bibe û Stenbolê bi dest bixe. Erdogan dixwaze Stenbolê qezenc bike lê naxwaze deyndarê Kurdan be jî.

Eger Erdogan bibîne ku rewş zehmet e û vê tespîtê bike, dikare bi DEM Partiyê re li hev bike. Lê dema ku em îro lê dinêrin, em nikarin ti îşaretekê bibînin ku wan li hev kiriye.

Ji ber wê jî eger Erdogan ber bi DEM Partiyê ve gav neavêje, DEM Partî dikare bibêje em derî li Erdogan vedikin lê Erdogan gav navêje. Bila Erdogan li Stenbolê têk biçe.  Ji ber vê yekê jî heta niha li Stenbolê stratejî nehatiye xêzkirin.

Dikarin bi Erdogan re li hev bikin, dikarin bi Îmamoglû re jî li hev bikin. Dibe ku bi her duyan re jî li hev nekin û namzetên xwe destnîşan bikin.

Lê eger berbijêrê xwe diyar bike û kampanyayeke qels bimeşîne, bi îhtîmaleke mezin dê hilbijêrên DEM Partiyê biçin û dengê xwe bidin Îmamoglu.

Li gorî lêkolînekê eger ÎYÎ Partî berbijêrek destnîşan bike jî ji sedî 70ê hilbijêrên ÎYÎ Partiyê dibêjin 'Em dê dengê xwe bidin Îmamoglu'.

Ji bo DEM Partiyê jî ev rêje ji sedî 30 e. Ji sedî 30ê hilbijêrên DEM Partiyê dikarin dengê xwe bidin Îmamoglû. Ev rêjeya ji sedî 30 zêde bibe nebe dê girêdayî berbijêrê DEM Partiyê û kampanyaya wê be.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst