Parlamenterê DEM Partiyê: Ji Rîze û Tokatê dengdêr veguhastine Colemêrgê

08-01-2024
RÛDAW
Nîşan Hilbijartinên Şaredariyan DEM Partî AK Partî Colemêrg
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Parlamenterê DEM Partiyê yê Colemêrgê Onur Duşunmez got, “Ji bo hilbijartinan ji Rîze û Tokatê dengdêrên leşker veguhastine bajarokê Bajêrgeyê yê Colemêrgê.”

Parlamenterê Partiya Gelan a Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) Onur Duşunmez li bajarokê Bajêrgeyê yê navçeya Geverê ya parêzgeha Colemêrgê ya Bakurê Kurdistanê bi gel re civiya.

Duşunmez îdia kir ku "Ji bajarên Tirkiyeyê dengdêrên leşker veguhastine bajarên Bakurê Kurdistanê."

"Dengdêrên leşker vediguhêzin bajarokê Bajêrgeyê"

Parlamenterê DEM Partiyê yê Colemêrgê Onur Duşunmez got:

“Em di hilbijartinên 2019an de li Bajêrgeyê bi ferqeke zêde bi ser ketin û piştre desthilatê qeyûm danî ser Şaredariya Bajêrgeyê.

Niha ji Rîze û Tokatê dengdêrên leşker vediguhêzin bajarokê Bajêrgeyê.

Herwiha dengdêrên 2-3 gundan jî veguhastine navendê û bi vî awayî dixwazin di hilbijartinên şaredariyê de bi ser bikevin.”

Serokê şaxa AK Partiyê ya Colemêrgê Zeydîn Kaya derbarê îdiayên veguhastina dengdêran de ji Rûdawê re axivî û got:

“Ez nikarim bêjim ku tiştekî wiha heye yan nîne lê eger tiştekî wiha hebe di saziyên dewletê de tomarkirî ye û winda nabe.

Aliyên ku van tiştan îdia dikin eger belgeyên wan hene bila eşkere bikin.”

Welatiyên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê 31ê Adara 2024an ji bo hilbijartinên herêmî diçin ser sindoqan û partiyên siyasî amadehiyên xwe yên ji bo diyarkirina berbijêrên şaredariyan berdewam dikin.

Bi nêzîkbûna hilbijartinan re aliyên siyasî jî dest bi propagandayê kiriye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst