STENBOL - 29 kes di şewatê de miribûn: 8 gumanbar hatin desteserkirin

04-04-2024
Omer Sonmez
Di şewata li Stenbolê de 29 kesan canê xwe ji dest da / Wêne: Rûdaw
Di şewata li Stenbolê de 29 kesan canê xwe ji dest da / Wêne: Rûdaw
Nîşan Stenbol Şewat
A+ A-

Stenbol (Rûdaw) - Li navçeya Beşîktaşê ya Stenbolê li navendeke şahiyê şewat derket.

Di encamê de 29 kesan canê xwe ji dest da û dermankirina birîndarekî jî li nexweşxaneyê berdewam dike.

Li gorî Parêzgariya Stenbolê, li navenda şahiyê ya di binê avahiyeke 16 qatî de tedîlat dihat kirin agir derket.

Karkerekî rizgarbûyî ku beriya şewat çêbibe bi tesadufî li derve malzemeyan dibe hundir ji Rûdawê re axivî û got, agir ji nişka ve çêbû û ji ber ku şewat li cihê merdîvena agir bû karker nikaribûn derkevin derve.

“Karkeran nekarî derkevin”

Karkerê rizgarbûyî Nihat got:

“Em wê demê li hundir nebûn, li derve bûn. Şewat ji nişka ve çêbû.

Şewat tam li cihê merdîvena agir dest pê kir, ji loma jî karkeran nikaribû derkevin derve.”

Li ser agahdarkirinê gelek ekîbên agirvemirandinê, tîmên tenduristiyê û polîs çûn cihê bûyerê.

Polîsan li derdora kolanê tedbîrên berfireh girtin.

Niştecihên avahiyê jî bi tirs û xof hay ji şewatê çêdibin û xwe davêjin derve.

“Şewat ji nişka ve çêbû”

Niştecihê avahiyê Muhîttîn Yazici jî got, “Şewat ji nişka ve çêbû. Dûxan hil bû û me xwe avêt derve. Wê demê agir gelekî gur bû.”

Nişteciha avahiyê Fatmayê jî got, “Min şewatê nedît lê kurê min behs kir, ez gelekî xemgîn bûm.

Ew jî zarokên min in, hîn jî ciwan bûn.”

“Sedema şewatê ji ber qeynaxê bûye”

Şahidê bûyerê Adem jî got, “Li gorî tê gotin, sedema şewatê ji ber qeynaxê bûye.

Agir bi bêz û perçeyên sîngeran ketiye. Gaza klîmayê jî teqiyaye.”

Parêzgarê Stenbolê Davut Gul û Şaredarê Stenbolê Ekrem Îmamoglu jî çûn cihê bûyerê.

Îmamoglu da zanîn ku tadîlat bi awayekî qaçax hatiye kirin û zêdebûna karkeran cihê pirsê ye.

Cenazeyê karkerên ku di şewatê de canê xwe ji dest da vegihastin Tiba Edlî ya Stenbolê.

Li gorî zanyariyan, di nav qurbaniyan de hejmarek karkerên ji Agirî, Amed û Şirnexê jî hebûn.

Di nav de xwedî, şirîk û midûrên kargehê 8 gumanbar hatin desteserkirin.

Herwiha derheqê şewatê lêpirsîn hat destpêkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst