Li Stenbolê şewat: Bi dehan mirî û birîndar hene

02-04-2024
RÛDAW
Nîşan Stenbol Beşîktaş Şewat
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li bajarê Stenbolê di avahiyeke 16 qatî de, agir derket û di encamê de 29 kes mirin û gelek kes jî birîndar bûn.

Li kuçeya Gundogduyê ya li ser Kolana Yildiz Postayê ya Gayrettepeyê ji ber sedemeke hîn nediyar e şewat derket.

Li ser agahdarkirinê gelek tîmên agir vemirandin û tenduristiyê û polîs çûn cihê bûyerê.

Parêzgariya Stenbolê derbarê bûyerê daxuyaniyek da:

Demjimêr 12:47an li Taxa Gayrettepeyê di qatên yekem û duyem ên avahiyeke 16 qatî de ku navendeke şahiyê bû ji ber sedemeke nehat zanîn agir derket.”

Li gorî zanyariyan 29 kesan canê xwe ji dest daye.

Herwiha hat zanîn ku 9 kes jî birîndar bûn û rewşa 8 kesan ji wan giran e.

Parêzgarê Stenbolê Davut Gul û Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê Ekrem Îmamoglu çûn cihê bûyerê.

Ekrem Îmamoglu diyar kir ku êkolînên di avahiyê de berdewam dikin û got:

“Tê gotin ku karkerên ku li vê derê dixebitin di avahiyê de bûne lê ewqas zêde karker cihê pirsê ye.

Hêviya me ew e ku hejmara kesên canê xwe ji dest daye zêde nebe.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst