Kiliçdaroglu: Rêya Yekîtiya Ewropayê ji Demîrtaş derbas dibe

11-07-2023
Ferdî Sak
Nîşan Selahattîn Demîrtaş Kemal Kiliçdaroglu Yekîtiya Ewropayê Recep Tayyîp Erdogan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Giştî yê Partiya Gel a Komarî ragihand heta ku Tirkiye standartên Yekîtiya Ewropayê bicihneyne nikare bibe endama wê yekitiyê û got “Rêya Yekitiya Ewropayê ji Selhattîn Demîrtaş, Emîne Şenyaşar û wan zarokên ciwan derbas dibe ku ji ber belavkirina tweetekê hatine girtin. Rêya Yekîtiya Ewropayê ji rojnamevanên girtiyên Amedê û Dayikên Şemiyê derbas dibe ku li Meydana Galatasarayê li mafê zarok, dayik û bavên xwe digerin."

Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan 10ê Temûza 2023an berî çûna bo lûtkeya NATOyê got ji bo ku ew endamtiya Swêdê ya di NATOyê de pesend bikin divê Swêd û welatên din Ewropayê jî ji bo beşdarbûna Tirkiyê ya di Yekitiya Ewropayê de rê xweş bikin.

Ev gotinên Erdogan di nav opozîsyona Tirkiyê de bûn sedema karvedanan. Serokê Giştî yê Partiya Gel a Komarî (CHP) Kemal Kiliçdaroglu roja Sêşemê 11ê Temûza 2023an di civîna firaksiyona partiya xwe ya li Parlamentoya Tirkiyê derbarê vê mijarê de axivî û rexne li hikumeta AK Partiyê girtin.

Kemal Kiliçdaroglu ragihand heta ku Tirkiyê standartên Yekîtiya Ewropayê bicihneyne û girtiyên Doza Parka Geziyê, girtiyên siyasî û rojnamevanên girtî azad neke nikare bibe endama Yekitiya Ewropayê.

Kiliçdaroglu ameje bi rewşa hevserokê berê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) da ku ji sala 2016an ve girtî ye û got “Rêya Yekîtiya Ewropayê ji Selhattîn Demîrtaş, Emîne Şenyaşar û ji wan zarokên ciwan derbas dibe ku ji ber belavkirina tweetekê hatine girtin. Ma te soz daye vî miletî ku tu dê derbarê van de karên pêdivî bikî?”

Di berdewamiya axaftina xwe de Kemal Kiliçdaroglu behsa rojnamevanên girtî yên li Ameda Bakurê Kurdistanê û rewşa Dayikên Şemiyê jî kir û got “Rêya Yekitiya Ewropayê ji rojnamevanên girtiyên Amedê û Dayikên Şemiyê derbas dibe ku li Meydana Galatasarayê li mafê zarok, dayik û bavên xwe digerin. Tu dê mafê van radest bikî? ”

Serokê CHPê got “Tu bo 84 milyon kesan û welatê xwe demokrasiyê tînî? Eger tu bînî temam. Rêya demokrasiyê wate Yekîtiya Ewropayî ji Can Atalay, Osman Kavala, Merdan Yanardag, Mucella Yapici, Tayfun Kahraman û Hakan Altinay  derbas dibe. Te ev xistin hindir. Tu dê van azad bikî? Wê demê kî dê te beşdarî Yekitiya Ewropayê bike?”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst