Erdogan: Em dikarin rêya xwe û Yekîtiya Ewropayê ji hev veqetînin

16-09-2023
RÛDAW
Nîşan Recep Tayyîp Erdogan Yekîtiya Ewropayê Amerîka Swêd
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokkomarê Tirkiyeyê ragihand ku Yekîtiya Ewropayê hewl dide ji Tirkiyeyê qut bibe.

Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayîp Erdogan li ser mijara Yekîtiya Ewropayê got:

“Di vê serdema de ku Yekîtiya Ewropayê gavên veqetîna ji Tirkiyeyê diavêje, em jî dê li hemberî van pêşhatan nirxandinên xwe bikin û eger hewce bike em dikarin rêya xwe û Yekîtiya Ewropayê ji hev veqetînin.”

Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayîp Erdogan berî geşta xwe ya Amerîkayê li ser mijarên di rojevê de daxuyaniyek da çapemeniyê.

Erdogan dê ji bo beşdariya Gotûbêjên Encûmena Giştî ya Neteweyên Yekbûyî biçe Amerîkayê ku dê li New Yorkê bi rê ve biçe.

Berî çend rojan Parlamentoya Ewropayê raporek li ser Tirkiyeyê pesend kiribû û gotibû:

“Heta ku Hikûmeta Tirkiyeyê rotaya xwe bi awayekî mezin neguhere, pêvajoya Tirkiyeyê ya endamtiya Ewropayê di şert û mercên heyî de berdewam nake.”

“Swêd erkê xwe cibicî nake”

Erdogan li ser pirseke derbarê vê raporê de ragihand ku Yekîtiya Ewropayê hewl dide xwe ji Tirkiyeyê dûr bixe û got:

“Eger hewce bike em dikarin rêya xwe û Yekîtiya Ewropayê ji hev veqetînin.”

Erdogan li ser pêvojaya endamtiya Swêdê ya NATOyê jî got:

“Rojava her tim dibêje Swêd, Swêd. Em jî dibêjin heta parlamentoya me biryarê nede ne pêkan e em bibêjin erê yan na.

Divê Swêd erkê dikeve ser milê xwe cibicî bike. Baş e, ew niha erkê dikeve ser milên wan dikin?

Dibêjin me yasa amade kiriye lê yasa tenê têrê nake. Eger rabin û terorîstan di bin parastina polîsan de ji bo xwepêşandanê han bidin ev tê çi wateyê?

Wateya wê ew e ku erkê xwe cibicî nake. Wê demê sozên dane me nayên bicîhanîn.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst