Erdogan: Em ji Yekîtiya Ewropayê li benda gavên erênî ne

15-07-2023
Ferdî Sak
Nîşan Recep Tayyîp Erdogan Yekîtiya Ewropayê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokkomarê Tirkiyê ragihand ku Serokê Rûsyayê dê meha Tebaxê serdana Tirkiyê bike û got, “Em derbarê dirêjkirina korîdora dexlûdan de xwedî heman nerînê ne.” Erdogan derbarê endamtiya Tirkiyê ya Yekîtiya Ewropayê de jî bang li welatên endam kir û got, “Em dixwazin êdî derbarê Tirkiyê de ku ev 52 sal in li ber derî tê hiştin pêngavên erênî bên avêtin.”

Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan piştî nimêja Înê ya li Mizgefta Hz. Alî ya li navçeya Uskudarê ya Stenbolê derbarê mijarên di rojevê de bersiva pirsên rojnamevanan da.

Dema peymana veguhestina dexlûdanê Ukraynayê bi rêya Derya Reş 17ê Temûzê temam dibe, Serokkomarê Tirkiyê amaje bi dirêjkirina dema wê peymanê da û got, “Em amdekariyan dikin ku meha Tebaxê birêz Putîn li Tirkiyê bikin mêvan. Em derbarê dirêjkirina dema korîdora dexlûdan a Derya Reş de xwedî heman nerînê ne.”

Erdogan da zanîn ku Sekreterê Giştî yê Netweyên Yekbûyî Antonio Guterres jî bo dirêjkirina peymana korîdora dexlûdan nameyek ji Serokê Rûsyayê Vladîmîr Putîn re şandiye û got, “Ez hêvî dikim bi vê nameyê û hewldanên me û Rûsyayê yên hevbeş dê dema peymana korîdora dexlûdan bê dirêjkirin.”

Derbarê proseya endamtiya Tirkiyê ya Yekîtiya Ewropayê de jî Erdogan got, “Niha em li bendê ne ji aliyê Yekîtiya Ewropayê ve bersiva bendawariyên xwe werbigirin. Em di hevdîtinên li Vîlnîusê yên ligel hemû serokên Yekîtiya Ewropayê jî li ser vê mijarê axivîn. Me ligel serokên Yekîtiya Ewropayê bi berfirehî ev yek gotûbêj kir. Em dixwazin êdî derbarê Tirkiyê de ku ev 52 sal in li ber derî tê hiştin pêngavên erênî bên avêtin.”

Li ser pirseke derbarê hevdîtîna xwe ya di civîna Lûtkeya NATOyê de ligel Serokwezîrê Yunanîstanê Kîrîakos Mîçotakîs jî Serokkomarê Tirkiyê got, “Em 2 welatên cîran in. Em naxwazin ev prose wiha berdewam bike. Birêz Mîçatokîs hilbijartinek derbas kir û me jî hilbijartinek derbas kir. Wek 2 serokên ku di hilbijartinan de bi ser ketine em dixwazin pêngavên xwe ber bi arasteyeke erênî ve biavêjin.”

Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan got, “Wek hûn dizanin em amdekariyan dikin meha Tebaxê birêz Putîn li Tirkiyê bikin mêvan. Em derbarê dirêjkirina dema korîdora dexlûdan a Derya Reş de xwedî heman nerînê ne. Ji Neteweyên Yekbûyî  birêz Guteress jî ji xwe bo birêz Putîn nameyek şandiye. Ez hêvî dikim bi vê nameyê û hewildanên me û Rûsyayê yên hevbeş dê dema peymana korîdora dexlûdan bê dirêjkirin. Bi vî awayî em dê ligel birêz Putîn bilez li ser çareserkirina pirsgirêkên welatên hejar û kêmgeşekirî yên Afrîkayê bi hevbeşî berdewam bin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst