Li Agiriyê qeza: 5 kes birîndar bûn

14-05-2024
RÛDAW
Nîşan Agirî Qeza
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) -  Li navçeya Avkevirê ya Agiriyê du otomobîl li hev qelibîn û di encamê de 5 kes birîndar bûn.

Otomobîla ku Muzaffer A. diajot li rêya Avkevir-Agiriyê li otomobîla ku Osman T diajot da.

Li ser agadarkirinê tîmên tenduristiyê, polîs û cendirme çûn cihê qezaya trafîkê.

Di qezayê trafîkê de ajokarên her du otomobîlan û Berfîn T, Hakan O û Lokman Ayê di otomobîlan de birîndar bûn.

Tîmên tenduristiyê birîndar bi ambulansan veguhastin Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Agiriyê.

Derket holê ku rewşa birîndaran baş e.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst