Li Agirî û Mereşê qeza: Mirî û birîndar hene

13-05-2024
RÛDAW
Nîşan Agirî Mereş Qeza Samet Oztutun
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgehên Agirî û Mereşê yên Bakurê Kurdistanê di du qezayên trafîkê de 3 kes mirin, 6 kes jî birîndar bûn.

Li navçeya Zêdkanê li ser rêya Agirî û Erziromê otomobîl û mînîbûsek li hev qelibîn.

Di encamê de 7 kesên di her du wesayîtan de asê man.

Li ser agahdarkirinê cendirmê, AFAD û tîmên tenduristiyê çûn cihê bûyerê.

Tîman birîndarên asêmayî ji wesayîtan derxistin.

Zarokekî yek salî yê bi navê A.A. li cihê bûyerê canê xwe ji dest da.

Herwiha tîmên tenduristiyê 6 kesên din birin Nexweşxaneya Dewletê ya Zêdkanê.

M.A.yê ku bi giranî birîndar bûbû li nexweşxaneyê mir.

Hat ragihandin ku dermankirina 5 birîndarên din berdewam dike.

Otomobîla dergistiyan ket golê

Li parêzgeha Mereşê, şeva borî otomobîlek ket gola bendavê û ciwanekî 24 salî yê ku amadehiya dawetê dikir mir.

Li nêzîkî Bendava Kilavuzluyê, otomobîla parkkirî ya ku Samet Oztutunê 24 salî û dergistiya wî Hîlal Ş.ya 19 salî jî tê de bû ji ber sedemeke nediyar ji kendalê 100 metreyî bilind ket gola bendavê.

Li ser agahdarkirinê polîs, AFAD, tîmên tendursitiyê û tîma Binavger a Şaredariya Bajarê Mezin a Mereşê çûn cihê bûyerê.

Hîlal Ş. ya ku bi sivikî birîndar bûbû ji aliyê tîman ve hat rizgarkirin.

Herwiha Samet Oztutunê jî bi mirîtî ji gola avê hat derxistin.

Tîmên tenduristiyê cenazayê Oztutun ji bo otopsiyê bir morga Nexweşxaneya Zanîngeha Sutçu Îmamê ya Mereşê.

Hat zanîn ku Samet û Hîlal du meh berê bûne dergistî û amadehiyên dawetê dikirin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst