Alî Yerlikaya bîlançoya betlaneya Cejna Qurbanê eşkere kir

13-07-2023
Firat Kelehkî
Nîşan Cejna Qurbanê Qeza
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê eşkere kir ku di betlaneya Cejna Qurbanê de li seranserî Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê 6 hezar û 903 bûyerên trafîkê çêbûne û di wan bûyeran de 110 kesan canê xwe ji dest dane û 12 hezar û 393 welatî jî birîndar bûne.

Li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê bîlançoya bûyerên trafîkê yên di betlaneya Cejna Qurbanê de çêbûne eşkere bû.

Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Alî Yerlikaya îro Pêncşemê 13ê Temûza 2023an li ser hesabê xwe yê sosyal medyayê belav kiriye ku ji 24ê Hezîranê heta 3ê Temûzê di 9 rojên betlaneya Cejna Qurbanê de li seranserî Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê 6 hezar û 903 bûyerên trafîkê çêbûne.

Li gor Yerlikaya piraniya bûyeran ji ber leza zêde çêbûne û dibêje, “Mixabin di bûyerên trafîkê yên ku 9 rojên betlaneya cejnê de çêbûne 110 welatiyên me canê xwe ji dest dane û 12 hezar û 393 welatî jî birîndar bûne.”

Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Ali Yerlikaya her wiha daxwazê ji welatiyan dike ku pêbendî yasa û rênmayiyên trafîkê bin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst