Di Cejna Qurbanê de zêdetirî 200 hezar geştiyar hatine Herêma Kurdistanê

01-07-2023
RÛDAW
Nîşan Cejna Qurbanê Herêma Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Desteya Geştûguzariyê ya Herêma Kurdistanê ragihand ku ji bo Cejna Qurbanê zêdetirî 200 hezar geştyaran hatine Herêma Kurdistanê û pêşbînî dikin ku hejmar bigihêje zêdetirî 300 hezar  geştyaran.

Rêveberê Ragihandinê yê Desteya Geştûguzariyê ya Herêma Kurdistanê Îbrahîm Ebdulmecîd îro Şemiyê 1ê Tîrmeha 2023an ji Rûdawê re ragihand ku di 10 rojên derbasbûyî de zêdetirî 200 hezar geştyaran hatine Herêma Kurdistanê.

Rêveberê Ragihandinê yê Desteya Geştûguzariyê ya Herêma Kurdistanê Îbrahîm Ebdulmecîd amaje bi wê yekê da ku li gorî planê wan pêşwaziya geştyaran kir û ti buyereke nexwestî çênebûye.

Îbrahîm Ebdulmecîd dibêje ew pêşbînî dikin ku hejmar bigihêje zêdetirî 300 hezar geştyaran.

Her wiha li gorî amarên geştyariyê yên Duhokê, di 5 mehên yekem ên îsal de milyonek geştyarî serdana Duhokê kirine û tenê di her du rojên yekem ên Cejna Qurbanê de zêdetirî 40 hezar geştyaran serdana Duhokê kirine.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst