Gotibû deriyên me ji DEM Partiyê re girtî ne: Îmamolgu bi tundî bersiv da

07-03-2024
RÛDAW
Nîşan Ekrem Îmamoglu Burcu Koksal CHP DEM Partî Hilbijartinên Şaredariyan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê Ekrem Îmamoglu bersiva gotinên Parlamenter û Berbijêra Şaredariya Afyonê ya CHPyê Burcu Koksalê yên derbarê DEM Partiyê da.

Îmamoglu got, “Kesên di nav partî û mirovan de cudakariyê dikin bila ji xwe re karekî nû yan partiyeke din bibînin.”

Nîqaşa di nav CHPyê de ya li ser gotinên Parlamenter û Namzeda Şaredariya Afyonê ya CHPyê Burcu Koksalê yên derbarê DEM Partiyê dest pê kir, gur dibe.

Burcu Koksal doh li parêzgeha Afyonê ya Tirkiyeyê li gel Ozgur Ozel beşdarî vekirina Navenda Kordînasyona Hilbijartinê bû.

Koksalê di axaftina xwe de amaje bi wê yekê da ku ji bo hilbijartinên 31ê Adarê DEM Partî û AK Partî hevdîtinên bi dizî dikin û got:

“Dema ez wekî seroka şaredariyê hatim hilbijartin dê deriyên şaredariyê ji bilî DEM Partiyê ji hemû partiyan re vekirî bin.

Namzedê AK Partiyê vê yekê nikare bibêje. Tenê ew dikarin cirecirê bikin û piştre jî li pişt deriyan bazarê bi wan re bikin.”

Namzedê CHPyê yê Stenbolê Ekrem Îmamoglu jî îro li navçeya Bakirkoyê ya Stenbolê di çarçoveya xebatên hilbijartinê de beşdarî mîtîngekê bû û derbarê mijarê de axivî.

“Kesên cudakariyê dikin nikarin di nav CHPyê de bimînin”

Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê Ekrem Îmamoglu, Burcu Koksalê bi tundî rexne kir û got:

“Ez CHPyî m, lê ez tenê xizmeta endamên vê partiyê nakim, ez bêyî cudakariya nêrînên siyasî xizmeta hemû mirovên li vî bajarî dikim.

Wiha nabe ku mirov bêje, `eger ez bibim şaredar ez vê partiyê wernagrim şaredariyê, ez dê ji bilî vê partiyê bi hemû partiyan re bicivim.`

Kesên ku wiha bêje bila yan ji xwe re karekî din bibîne yan jî partiyeke din bibîne.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst