Karvedanên li ser gotinên berbijêra CHPyê berdewam in: ‘Kurd çend sal in piştgiriya te dikin!’

11-03-2024
RÛDAW
Karvedanên li ser gotinên berbijêra CHPyê berdewam in: ‘Kurd çend sal in piştgiriya te dikin!’
Karvedanên li ser gotinên berbijêra CHPyê berdewam in: ‘Kurd çend sal in piştgiriya te dikin!’
Nîşan Hilbijartin CHP DEM Partî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Tirkiyeyê propagandaya partiyên siyasî ya ji bo hilbijartinên şaredariyê yên 31ê Adarê germtir bûye.

Welatî bi coş û kelecan tevlî propagandayê dibin.

Şêniyekî Wanê bi lihevanînekî li ser hilbijartinan bangî Kurdan kir.

Ji hilbijartinên berê cudatir, zimanê propagandaya DEM Partiyê ku piraniya dengdêrên wê Kurd in guheriye, Kurdî û Kurdbûn bûne gotinên serekî.

Hevserokê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan da zanîn:

“Bi îzna Xwedê 31ê Adarê hûn dê bersiveke mezin bidin wan kesên ku me nas nakin, zimanê me nas nakin.”

‌Hinek dengdêrên Kurd sala 2009an û Gulana par li ser daxwaza HDPyê ya wê demê ku niha DEM Partî ye bê merc deng da CHPyê lê niha gotinên hinek berbijêrên CHPyê hatiye guhertin.

Parlamanter û Berbijêra Şaredariya Afyonê ya CHPyê Burcu Koksalê li ser DEM Partiyê gotibû:

“Dema ez wekî seroka şaredariyê hatim hilbijartin dê deriyê şaredariyê ji bilî DEM Partiyê ji hemû partiyan re vekirî be.”

Gotinên Berbijêra Şaredariya Afyonê ya CHPyê Burcu Koksalê welatiyên Kurd xemgîn kirin.

Di navbera şêniyeke Kurd a Stenbolê û berbijêrê CHPyê yê Şaredariya Bajarê Mezin ê wî bajarî de li ser gotinên Koksalê nîqaş derket.

“Berbijêreke we got cihê Kurdan nîne”

Şêniya Kurd a Stenbolê got:

“Ez du roj in dixwazim bizanim. Kurd çend sal in piştgiriya te dikin, niha jî dê piştgiriya te bikin lê berbijêreke we got cihê Kurdan nîne.”

Di nav CHPyê de jî karvedanên li hemberî gotinên nijadperest ên berbijêrên CHPyê zêde dibin.

Serokê Şaxa CHPyê ya Amedê Abdullah Atîk anî ziman:

“Divê ev jina kêm ast demildest ji partiya me lêborînê bixwaze. Ji gelê Kurd lêborînê bixwaze û ji DEM Partiyê lêborînê bixwaze.”

Piştî 20 rojan hilbijartinên şaredariyan bi rê ve biçin.

Rikeberiya tund a partiyan li ser Stenbol û Enqereyê ye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst