Salîm Ensarîoglu jî tevî nîqaşên 'Ji xeynî DEM Partiyê' bû

09-03-2024
RÛDAW
Nîşan Salîm Ensarîoglu Burcu Koksal DEM Partî CHP HUDA PAR
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Siyasetmedarê Kurd Salîm Ensarîoglu bertekeke tund da gotinên Parlamenter û Berbijêra Şaredariya Afyonê ya CHPyê Burcu Koksalê yên derbarê DEM Partiyê de.

Nîqaşên li ser gotinên Parlamenter û Namzeda Şaredariya Afyonê ya CHPyê Burcu Koksalê yên derbarê DEM Partiyê de dest pê kir, gur dibe.

Koksalê di axaftina xwe de amaje bi wê yekê da ku ji bo hilbijartinên 31ê Adarê DEM Partî û AK Partî hevdîtinên dizî dikin û got:

“Dema ez wekî seroka şaredariyê hatim hilbijartin dê deriyên şaredariyê ji bilî DEM Partiyê ji hemû partiyan re vekirî bin."

“Zimanê wê li hev herbilî”

Serokê Giştî yê CHPyê Ozgur Ozel piştî gotinên Koksalê got, “Zimanê Burcu Koksalê li hev herbiliye, deriyên şaredariya me ji hemû partiyan re vekirî ne.

Piştî hatin hilbijartin, deriyên Şaredariya Afyonê jî ya Şaredariya Uşakê jî ji hemû partiyên siyasî, Uşakiyan û Afyoniyan re heta piştê vekiriye.”

Li ser gotinên Ozgur Ozel jî Burcu Koksalê wiha gotibû, “Ne di encama ku ziman herbiliye de lê ez li ser sozên ku min dane axivîm.

Min ji roja yekem ev soz da. Ez li ser gotinên xwe me.”

“Bila ji xwe re karekî nû yan partiyeke din bibînin”

Şaredarê Bajarê Mezin a Stenbolê Ekrem Îmamoglu bersiva gotinên Parlamenter û Berbijêra Şaredariya Afyonê ya CHPyê Burcu Koksalê yên derbarê DEM Partiyê de da.

Îmamoglu gotibû, “Kesên di nav partî û mirovan de cudakariyê dikin bila ji xwe re karekî nû yan partiyeke din bibînin.”

“DEM Partî û HUDA PAR bi temînata destûrê hatine damezirandin”

Siyasetmedarê Kurd Salîm Ensarîoglu jî bertekeke tund da Burcu Koksalê.

Ensarîoglu li ser hesabê xwe yê Xê nivîsek parve kir û got:

"Min daxuyaniyên Wekîla Serokê Grûpa CHPyê û Namzeda Şaredariya Afyonê ya CHPyê yên derbarê DEM Partî û HUDA PARê de ku asta faşîzmê derketiye erşê, bi matmayî xwend.

Çawa ku AK Partî, CHP, MHP û ÎYÎ Partî bi temînata destûra me ya bingehîn hatine damezirandin, DEM Partî û HUDA PAR jî ew partî ne ku bi temînata destûra me ya bingehîn hatine damezirandin.

Di nav welatiyên Komara Tirkiyeyê de bi axaftineke faşîst cudakariyeke bi vî rengî ji bo demokrasiya me qet nayê qebûlkirin.

Ez vê hişmendiyê û daxuyaniya navborî ya bi heman rengî bi tundî şermezar dikim."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst