CHP li ser DEM Partiyê bi hev ket, HUDA PAR jî tevî kir

07-03-2024
Nîşan CHP DEM Partî HUDA PAR Burcu Koksal
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Nîqaşa DEM Partiyê ya di navbera Serokê Giştî yê CHPyê Ozgur Ozel û Namzeda Şaredariya Afyonê ya CHPyê Burcu Koksalê de gur dibe.

Parlamenter û Namzeda Şaredariya Afyonê ya CHPyê Burcu Koksal doh li parêzgeha Afyonê ya Tirkiyeyê li gel Ozgur Ozel beşdarî vekirina Navenda Kordînasyona Hilbijartinê bû.

“Deriyê şaredariyê ji DEM Partiyê re girtî ne”

Burcu Koksalê got dema ew bê hilbijartin dê deriyên şaredariyê xeyn ji DEM Partiyê ji hemû partiyan re vekirî bin.

Koksalê di axaftina xwe de amaje bi wê yekê da ku ji bo hilbijartinên 31ê Adarê DEM Partî û AK Partî hevdîtinên bi dizî dikin û berdewam kir:

“Dema ez wekî seroka şaredariyê hatim hilbijartin dê deriyên şaredariyê ji bilî DEM Partiyê ji hemû partiyan re vekirî bin.

Namzedê AK Partiyê vê yekê nikare bibêje.

Tenê ew dikarin cirecirê bikin û piştre jî li pişt deriyan bazarê bi wan re bikin.”

“Zimanê wê li hev herbilî”

Serokê Giştî yê CHPyê Ozgur Ozel piştî van gotinên Koksalê got, “Zimanê Burcu Koksalê li hev herbiliye, deriyên şaredariya me ji hemû partiyan re vikirî ne.”

Vê carê HUDA PAR jî tevî kir

Burcu Koksalê piştî van gotinên Ozgur Ozel careke din daxuyanî da û vê carê HUDA PAR jî tevî mijarê kir.

Namzeda Şaredariya Afyonê ya CHPyê Burcu Koksalê di daxuyaniya xwe de got:

“Ez vir de û wê de nakim, ez dê Sûriyeyiyan ji Afyonê bişînim.

Dibêjin dê DEM Partî şaredariyê bi rê ve bibe, ez dibêjim ez dê xaniyan bidim hejar û feqîran.

Dibêjin bi dizî bi DEM Partiyê re hevdîtinan dike.

Ez eşkere û bi zelalî dibêjim, ez Afyonê bi DEM Partî û HUDA PARiyan re bi rê ve nabim.”

“Hemû dijminên Kurdan in”

Parlamenterê DEM Partiyê yê Agiriyê bersiv da van gotinên Burcu Koksalê û got:

“Çawa zimanê wê li hev herbiliye? 31ê Kanûna Paşîn jî heman tişt gotine.

Ma zimanê wê du caran li hev herbiliye? Seyr e ku mesele dibe Kurd zimanê wan li hev diherbile.

Em van baş nas dikin, hemû dijminên Kurdan in.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst