‘DEM Partî di navbera azadiya neteweyî û ya jinan de xitimiye’

23-03-2024
Maşallah Dekak
Maşallah Dekak
Pisporê siyasetê Vedat Koçal
Pisporê siyasetê Vedat Koçal
Nîşan DEM Partî Amed AK Partî HUDA PAR
A+ A-

Amed (Rûdaw) – Partiyeke siyasî nemaye ku ji bo xwe li ber dilê hilbijêran xweş bike li kuçe û kolanan ala an jî pankart nedaliqandibin.

Ji bo hilbijartinên şaredariyan ku dê di 31ê Adarê de bêne kirin, her partiyek bi awayekî din bangeşeyê ango propagandayê derdikeve pêş lê li bajarên Kurdan rikeberiya propagandayê zêdetir di navbera DEM Partî, AK Partî û CHPyê de derbas dibe.

Li bajarên wekî Amed û Êlihê ne CHP lê HUDA PAR bi DEM Partî û AK Partiyê re rikeberiyê dike.

DEM Partî propagandaya xwe zêdetir li ser rakirina qeyûman û pêşxistina zimanê Kurdî dike.

AK Partî jî siyaseta xwe zêdetir li ser xizmeteke baş dike.

HUDA PAR li Amed, Êlih û Mêrdînê, li hemberî her du partiyên sereke bi dirûşma “Ev Car HUDA PAR” derdikeve pêş.

Pisporê siyasetê Vedat Koçal li ser hilbijartinan got:

“Di DEM Partiyê de nezelaliyek heye. Di daxwazên wê de nezelaliyek heye. Em li kolanan rastî dirûşmên wiha tên, Diyarbekireke ekolojîk û azadparêziya jinan! Ti eleqeya van gotinan bi şaredariyan re nîne.

Hilbijêr guh nadin van gotinan. Ji ber ku DEM Partiyê xwe zelal nekiriye, carinan azadiya neteweyî, carinan jî azadiya jinan derdixe pêş.

Di navbera her duyan de xitimiye. Propagandaya AK Partiyê jî li kolanên Diyarbekirê û hin bajarên din carinan bi nivîs û stranên Kurdî dimeşe lê ji ber ku siyaseta navendî Kurdfobîk e, ew jî kelecanê çênake.”

Civaknasên ku tevgerên komî û girseyî yên civakê dişopînin jî propagandayên partiyan ji nêz ve çavdêrî dikin.

Ew dibêjin hilbijêr bi çavekî reş û spî li partiyan nanêrin lê dev ji hêza serokan jî bernadin.

Serokên partiyan di rengê dengên wan de hêmaya herî diyarker e.

“Projeyên wan nînin”

Civaknas Şêxmûs Sefer jî da zanîn:

“Xizanî û hejariyeke pir mezin di nava civakê de ye. Partî zêdetir li ser vê diaxivin û dibêjin em dê hêla we ya hejariyê çareser bikin. Partiyên Kurdan jî zêdetir li ser nasnameya Kurdan xitabî Kurdan dikin.

Ji ber ku projeyên wan nînin. Hebin jî milet dê guh nede. Çimkî tiştên ku Kurdan pir eleqedar dike hêla wê ya nasnameyê ye, çand û zimanê wê ye.”

Ev 8 sal in li bajarên Kurdan şaredariyên di destê HDPyê ango DEM Partiyê de bi rêya qeyûman têne birêvebirin.

Ji ber vê yekê her partiyek neçar dimîne propagandaya xwe li ser danîn û rakirina qeyûman jî bike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst