KONYA - Kurdên Anatolyaya Navîn bi 3 namzedan ketine hevrikiyeke tund

13-03-2024
Şewket Herkî
Şewket Herkî
Wêne: Rûdaw
Wêne: Rûdaw
Nîşan DEM Partî HUDA PAR HAK-PAR Konya Kurdên Anatolyaya Navîn
A+ A-

Konya (Rûdaw) - Li Konyayê heman demê 3 aliyên Kurdî bi 3 namzedên Kurd hevrikiya hevdu dikin.

Li gorî amarên ne fermî li bajarê Konyayê û navçeyên wê zêdetirî milyonek Kurd dijîn.

Ji ber hejmara zêde ya Kurdan ji bo aliyên siyasî yên Kurd di helbijartinan de Konya dibe navendeke girign û sereke.

Ji bo helbijartinên heremî yên 31ê Adarê 3 aliyên ku daxwaza mafên Kurdan dikin li Konyayê hevrikiya hevdû dikin û ji wan DEM Partî wekî aliyê herî bihêz derdikeve pêş.

“Em dê li kreşên şaredariyê ji bo zarokan kursên Kurdî vekin”

Namzedê DEM Partiyê yê Konyayê Bilind Kiliç got, “Di vê helbijartinê de jî şansê me heye.

Eger em di helbijartinan de bi ser bikevin, em dê ji bo zimanê Kurdî xizmetê bikin.

Yek ji projeya me jî ew e ku em li kreşên şaredariyê ji bo zarokan kursên Kurdî vekin.”

Partiya Doza Azad (HUD PAR) jî bi namzedekî Kurd xwe ji bo helbijartinên Konyayê amade dike.

Parêzer Çetîn Acun namzedê HUDA PARê ye û ji Mêrdînê ye. Yek ji projeyên wî yên sereke xizmeta bi Kurdî ye li şaredariya mezin a konyayê.

“Her kes dê bi zimanê xwe derdê xwe bibêje”

Namzedê HUDA PARê yê Konyayê Çetîn Acun wiha anî ziman:

Her kesê ku were şaredariyê bi çi zimanî biaxive, Kurd, Tirk, Ereb ferq nake ew dê bi zimanê xwe derdê xwe daxwaza xwe bibêje.

Em jî dê daxwazên wan çareser bikin.”

Di helbijartinên herî dawî yên heremî ku sala 2019an hatibûn kirin take aliyê Kurdî li Konyayê bi namzedê xwe ketibû helbijartinan HAK-PAR bû.

HAK-PARê wê demê nêzîkî hezar deng bi dest xistibûn.

HAK-PAR di vê helbijartinê de jî dixwaze dengên duqat zêdetir bike.

“Di demên hilbijartinan de em dikarin zêdetir behsa mafên xweyên neteweyî bikin”

Namzedê HAK-PARê yê Konyayê Osman Saritaş got, “Ji bo me hilbijartinên giştî jî yên herêmî jî gelekî giring in.

Ji ber ku di demên helbijartinan de em zêdetir xwe digehînin xelkê.

Di demên wiha de ji bo me derfet çêdibe ku em zêdetir behsa mafên xweyên neteweyî bikin.”

Li Konyayê milyonek û 650 hezar dengdêr hene.

Di helbijartinên dawî yên herêmî de namzedê AK Partiyê bi rêjeya ji sedî 70,53yê ya dengan bi ser ketibû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst