HUDA PARê pîrozbahî li DEM Partiyê kir

01-04-2024
RÛDAW
Nîşan Serkan Ramanli Gulistan Sonuk HUDA PAR DEM Partî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Namzedê HUDA PARê yê Êlihê Serkan Ramanli pîrozbahî li rikebera xwe ya DEM Partiyê Gulistan Sonukê kir.

Namzeda Serokatiya Şaredariya Elihê ya DEM Partiyê Gulistan Sonuk di hilbijartinên 31ê Adarê de wekî hevşaredara Êlihê hat hilbijartin.

Namzedê HUDA PARê yê Êlihê Serkan Ramanli li ser hesabê xwe yê Xê peyamek belav kir.

Serkan Ramanli di peyama xwe de pîrozbahî li hevşaredara Êlihê Gulîstan Sonukê kir û wiha got:

“Bila encamên hiljartinan ji hemû welatê me re bi xêr bin.

Ez DEM Partiyê û Hevşaredar Birêz Gulistan Sonuka ku li Êliha me hilbijartin qezenc kir pîroz dikim.

Me li piraniya herêmên xwe yên hilbijartinan dengên xwe zêde kirine û me li ser navê xwe serkeftin bi dest xist.

Di van hilbijartinan de ku gelê me peyamên girîng dan partiyên siyasî, divê her kes para xwe ji bersivê bigire.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst