Hewlêr (Rûdaw) - Serokkomarê Tirkiyeyê ji Putin re got, “Divê HSD di bin banê birêvebiriya navendî ya Sûriyeyê de were helandin.”
Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan û Serokê Rûsyayê Vladimir Putin bi telefonê axivîn.
Serokatiya Ragihandina Serokkomariya Tirkiyeyê li ser pêwendiya Erdogan û Putin daxuyaniyek belav kir.
Serokatiyê ragihand, Erdogan ji Putin re gotiye, Tirkiye piştgiriya wê yekê dike ku çavkaniyên Sûriyeyê di destê Sûriyeyê de bin û anî ziman:
“Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) di bin banê birêvebiriya navendî ya Sûriyeyê de were helandin.”
Hat ragihandin ku Recep Tayyîp Erdogan û Vladimir Putin pêşhatên dawî yên li herêmê gotûbêj kirin.
Serokatiya Ragihandina Serokkomariya Tirkiyeyê ragihandiye ku di hevdîtinê de Erdogan amaje bi yekparçeyiya axa Sûriyeyê kiriye.
Erdogan gotiye, ji bo aramiyeke mayînde girîng e Tirkiye û Rûsya bi hev re bixebitin.
Her wiha di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku Erdogan gotiye hevkariya Tirkiye û Rûsyayê di çareserkirina pirsgirêkên herêmê de roleke girîng li xwe digire û dê Tirkiye di mijara Ukraynayê de jî mazûvaniya gotûbêjan bike.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse