Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Karên Navxwe yê Tirkiyeyê Alî Yerlîkaya ragihand ku di xwenîşandanên ji bo protestokirina Îmamoglu de hezar û 879 kes hatine desteserkirin û ji wan 260 kest hatine girtin.
Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê Ekrem Îmamoglu 19ê Adara 2025an bi tohmeta “alîkariya PKKyê” û gendeliyê hat destserkirin.
Îmamoglu 23ê Adara 2025an jî ji lêpirsîna gendeliyê bi biryara dadgehê hat girtin û piştre ji aliyê Wezareta Krên Navxwe ya Tirkiyeyê ve ji kar xwe hat dûrxistin.
Ji roja ewil a desteserkirina Îmamoglu û heta niha xwenîşandan û nerazîbûnên CHPyiyan berdewan dikin û rojane gelek kes ji aliyê hêzên ewlehiyê ve tên girtin.
Wezîrê Karên Navxwe yê Tirkiyeyê Alî îro amarên kesên ku di xwenîşandanan de hatine destserkirin û girtin ragihandin.
Alî Yerlîkaya eşkere kir ku ji 19ê vê mehê ve bi giştî hezar û 879 kes hatin desteserkirin û 260 kes ji wan bi biryara dadgehê hatine girtin.
Yerlîkaya ragihand ku derbarê 468 kesan de biryara kontrola dadî hat dayîn û got, “ Karûbarên yasayî yên derbarê 662 ji wan de jî berdewam dikin û 489 kes hatine berdan.”
Wezîrê Karên Navxwe yê Tirkiyeyê di berdewamiya axaftinên xwe de jî diyar kir ku hinek ji kesên ku hatin desteserkirin pêwendiya wan bi “rêxistinên terorê” re heye û pêştir jî ji çendîn tawanên wekî dizî, şelandin û destdirêjiyê derbarê wan de karûbarên yasayî hatine destpêkirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse