Hewlêr (Rûdaw) – Serokkomarê Tirkiyeyê ragihand, “Divê em cudahiyan wekî dewlemendî bibînin.”
Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan beşdarî bernameyeke fitarê ya ku li Serokkomariya Tirkiyeyê ji bo nûnerên civakên kêmîne yên olî hatibû amadekirin bû.
Serokkomarê Somaliyê Hesen Şêx Mehmûd jî beşdarî bernameyê bû.
Erdogan di bernameyê de axivî û got:
“Em dê rê nedin wan kesên ku dixwazin aloziyên civakî yên li herêmê nû dibin bînin welatê me û ji bo vê yekê her rêyê diceribînin.”
Erdogan tekezî li ser wê yekê kir ku divê cudahî wekî çavkaniya nakokiyan neyên ditîn û anî ziman:
“Divê cudahî wekî çavkaniya dewlemendiya mirovî werin dîtin.
Divê em cudahiyan wekî dewlemendî bibînin.”
Erdogan di axaftina xwe de her wiha got:
“Em wekî Tirkiyeyê xwediyê ezmûna jiyandina bawerî, çand û nasnameyên gelek cuda ne ku sedan sal in di nava aştiyê de bi hev re dijîn.
Mizgeft, dêr û sînagog bi sedan salan li heman kolanê, li heman bajarî li kêleka hev hebûne.”
Erdogan diyar kir ku di 23 salên desthilatdariya AK Partiyê de wan hewl daye ku azadiya baweriyê ya hemû welatiyên xwe berfirehtir bikin û da zanîn:
“Me têkoşîna wê yekê kir ku her ferdê 85 milyonî xwe wekhev hîs bike.
Me hessasiyet nîşan da ku welatiyên me yên ne Misilman jî ti dilgiraniyan nejîn.”
Gelek wezîr û nûnerên kêmîneyên olî yên li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di bernameya fitarê de amade bûn.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse