Mijara civîna CHP û DEM Partiyê çi bû?

03-05-2024
RÛDAW
Nîşan CHP DEM Partî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hevserokê DEM Partiyê piştî civîna bi Serokê CHPyê re ragihand ku ew dê ji niha û pê ve ji bo çarseriya pirsgirêkan bi rêya diyologê di nav hewldanan de bin.

Hevserokên DEM Partiyê Tuncer Bakirhan û Tulay Hatîmogullari çûn serdana CHPyê û ew bi Serokê wê Ozgur Ozel re civiyan.

Piştî civînê her du aliyan daxuyaniyeke hevbeş da çapemeniyê.

Serokê CHPyê Ozgur Ozel amaje bi wê yekê da ku ew di civînê de li ser pirsgirêkên heyî yên li Tirkiyeyê axivîne û got:

“Pirsgirêkên heyî, bandorên hilbijartinên xwecihî, pirsgirêkên ku em di demokrasiya Tirkiyeyê de rûbirû dibin, krîz û rewşa em di nav de ne û serdanên Serokê Parlamentoyê ji bo me rojevên sereke bûn ku gotûbêj li ser hatin kirin.”

Ozel ragihand ku di civînê de li ser serdana wî ya Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan jî gotûbêj hatine kirin û got:

“Me li ser van mijaran hem nêrîn bi hev guherîn, hem jî derfet dît ku nirxandinan bikin.”

“Ez gelekî kêfxweş im ku heta niha qeyûm nehatine danîn”

Serokê CHPyê derbarê şaredariyên DEM Partiyê de jî anî ziman:

“Ez gelekî kêfxweş im ku heta niha qeyûm li ser ti şaredariyekê nehatine danîn.”

Piştî Ozel, Hevserokê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan axivî.

Bakirhan ragihand ku ew dê di rojên pêş de zêdetir bi partiyên mixalefetê re bên cem hev û got:

“Ji bo çareserkirina meseleyan bi diyalog û gotûbêjê em dê di nav hewldanan de bin.

Gelên Tirkiyeyê jî di hilbijartinan de ev peyam daye me.”

Bakirhan behsa atmosfera siyasî ya li Tirkiyeyê jî kir û got:

“Heta niha di navbera saziyên siyasetê de dîwar hatibûn danîn. Dijberiyek hebû.

Ji ber vê dijberiyê saziya siyasetê nedikarî di qadeke azad de hem pisgirêkên herêmê û hem jî pirsgirêkên Tirkiyeyê nîqaş bike.

31ê Adarê gel peyameke girîng da siyasetê jî. Li Tirkiyeyê krîzên heyî bi desthilata heyî nayên çareserkirin.”

Hevseroka DEM Partiyê Tulay Hatîmogullariyê jî ragihand ku ew di hilbijartinên 31ê Adarê de bi ser ketine û divê rêz li îradeya dengderên wan were girtin.

“Ti pirsgirêkeke me bi ala û sembolan re nîne”

Hatîmogullari bersiva îdiayên rakirina alayan li şaredariyên wan jî da û got:

“Ti pirsgirêkeke me bi ala û sembolan re nîne. Em vê yekê ji bo danîna qeyûman wekî avakirina zemînekê dibînin.

Em vê yekê wekî dezenformasyonekê dibînin. Ez 1ê Gulanê li Wanê bûm û çûm serdana Şaredariya Wanê.

Li hemû şaredariyên me sembolên ku divê li wan deran hebin hene.”

Tulay Hatîmogullari di berdewamiya axaftina xwe de ji ber piştevaniya bûyerên Şaredariya Wanê jî spasiya CHPyê û aliyên din ên siyasî kir û got:

“31ê Adarê îradeya gel ji sindoqan derketiye. Divê ti hêzêk destwerdanê di îradeya gel de neke.

Serdema pêşiya me Ozgur Ozel jî derbarê meseleya qeyûman de anî ziman.

Ez îro spasiya hemû partiyên siyasî yên li Tirkiyeyê û hêzên demokrasiyê dikim ku di mijara Wanê de bi me re bûn û piştevaniya me kir.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst