Mesrûr Barzanî û Erdogan civiyan

23 demjimêr berê
Mesrûr Barzanî û Erdogan / Wêne: Serokkomariya Tirkiyeyê
Mesrûr Barzanî û Erdogan / Wêne: Serokkomariya Tirkiyeyê
Nîşan Mesrûr Barzanî Erdogan Civîn Enqere
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan civiyan.

Mesrûr Barzanî vê sibehê gihiştibû Enqereya paytexta Tirkiyeyê.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê berê bi Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan re civiya.

Paşê jî hevdîtina Mesrûr Barzanî û Erdogan dest pê kir.

Civîna Mesrûr Barzanî û Erdogan li Kuliyeya Serokomariyê ya Tirkiyeyê ji çapemeniyê re girtî hat kirin û Hakan Fîdan jî di civînê de cih girt.

Serokomariya Tirkiyeyê derbarê civînê daxuyanî da.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:

“Serokomar Recep Tayyîp Erdogan li Kuliyeya Serokomariyê, Serokwezîrê Birêvebiriya Heremî ya Kurdan a Îraqê (Mebest: Herêma Kurdistanê ye) Mesrûr Barzanî pêşwazî kir.

Wezîrê Karên Derve Hakan Fîdan jî amade bû.”

Mesrûr Barzanî herî dawî Hezîrana 2023yan çûbû Tirkiyeyê û bi Erdogan re hevdîtin kiribû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst