Hewlêr (Rûdaw) - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî gihişt Enqereya paytexta Tirkiyeyê.
Mesrûr Barzanî dê bi Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan re bicive.
Hikûmeta Herêma Kurdistanê da zanîn ku Serokwezîr Barzanî dê bi Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan û hinek berpirsên din re jî bicive.
Li gorî daxuyaniya Hikûmetê, dê mijarên wekî “pêwendiyên her du aliyan, rûdanên dawiyê, rewşa giştî ya Îraq û herêmê û guherînên li Sûriyeyê” bên nirxandin.
Herî dawî Mesrûr Barzanî Hezîrana 2023yan çûbû Tirkiyeyê û bi Erdogan re hevdîtin kiribû.
Mesrûr Barzanî piştî ku wekî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê dest bi kar kiriye, ev çaremîn serdana wî ya Tirkiyeyê ye.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse