Hewlêr (Rûdaw) - Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand ku dê sibê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, û Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Bafil Talebanî, bicivin.
Hikûmeta Herêma Kurdistanê derbarê civînê daxuyaniyek belav kir.
Hikûmet ragihand, " Di civînê de dê pêkanîna kabîneya nû û rewşa siyasî ya Herêma Kurdistanê bê gotûbêjkirin.
Her wiha dê behsa amadekariyên guhertin û bipêşketina û danûstandinên Herêma Kurdistanê li gel wan bê kirin."
Di heman demê de, ofîsa Bafil Talebanî jî derbarê civînê de daxuyaniyek belav kir.
Ofîsa Bafil Talebanî got ku dê behsa "rewşa siyasî ya Herêma Kurdistanê, Îraq û herêmê û encamên siyasî, amadekarî ji bo bipêşketinan, cihê Herêma Kurdistanê û pêkanîna kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê" were kirin.
Civîn dê li Hewlêrê pêk were.
Piştî amadekirina reşnivîsekê di navbera şandeyên teknîkî yên PDK û YNKyê de, 22yê Sibatê şandeyên PDK û YNKyê li Silêmaniyê civîna xwe ya yekem a ji bo pêkanîna hikûmetê li dar xist.
18ê Çiriya Pêşîn a 2024an dengdana taybet û du roj paşê jî dengdana giştî ji bo hilbijartina xula şeşemîn a Parlamentoya Kurdistanê hat kirin.
21ê Çiriya Pêşîn encamên destpêkê û 30yê heman mehê encamên dawî yên wê hilbijartinê ji aliyê Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinanve hat ragihandin.
Piştî hilbijartinan, şandeyên danûstandinkar ên PDK û YNK gelek civîn li dar xistine û her carê dibêjin ku civînên wan "erênî" bûne û di gelek mijarên de gihiştine rêkeftinê.
Tê çaverêkirin bi civîna di navbera Mesrûr Barzanî û Bafil Talebanî de, gavên pêkanîna kabîneya nû leztir bibin.
Di hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê de PDK bi 39 kursiyan herî zêde kursî bi dest xistin, piştî wê jî Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê 23 kursî bi dest xistin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse