Erdogan û Biden endambûna Swêdê ya di NATO de û mijara F-16an gotûbêj kirin

09-07-2023
Zozan Çetîn
Nîşan Tirkiye Amerîka Joe Biden Erdogan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Erdogan û Biden di pêwendiyeke telefonî de endambûna Swêdê ya di NATO de û firotina firokeyên F-16 bi Tirkiyê gotubêj kirin.

Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan û Serokê Amerîka Joe Biden bi telefonê axivîn. Her dû serokan endamtbûna Swêdê ya di  NATOyê, pêgeha Ukrayna ya di nava NATO de, radestkirina firokeyên F-16 ji aliyê Amerîka ve bo Tirkiye û endamtiya Tirkiyê ya di nav Yekîtiya Ewropa gotubêj kirin.

Li gor daxuyaniya Serokatiya Ragihandinê ya Serokkomariya Tirkiyê; îro 9ê Temuzê Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan û Serokê Amerîkayê Joe Biden bi telefonê axivîne.

Di daxuyaniyê de hatiye gotin, di wê pêwendiyê de, endambûna Swêdê ya di nav NATOyê de, pêgeha Ukraynayê ya di nava NATOyê de, radestkirina firokeyên F-16 ji aliyê Amerîka ve bo Tirkiyê û endamtiya Tirkiyê ya di nav Yekîtiya Ewropayê de hatine gotubêjkirin.

Hatiye ragihandin ku Erdogan ji Biden re gotiye; “Di mijara rûbirûbûna terorê de Swêdê hinek gav avêtine lê alîgirên rêxistinên terorê PKK/PYD/YPG bi awayek azad xwepêşandanên ku pesnê terorê didin dikin û ev jî van gavan vale derdixe.”

Herwiha hatiye ragihandin ku Erdogan di mijara firokeyên F- 16 de jî ji Serokê Amerîkayê re gotiye; Bi hev ve girêdana daxwaza Tirkiyê ya bo firokeyên F-16 û daxwaza endamtiya Swêdê di NATOyê de tiştekî ne rast e.

Li gor Serokkomariya Tirkiyê, derbarê endamtiya Tirkiyê ya di nav Yekîtiya Ewropayê de jî Erdogan ji Biden re gotiye, ew dixwazin pêvajoya endamtiya Tirkiyê ya di Yekîtiya Ewropayê de careke din bê zindîkirin.

Herwiha her dû aliyan li hev kirine ku di civîna NATOyê de ya ku biryar e 11-12ê Temuza 2023an li paytexta Lîtvanyayê bajarê Vilniusê bê lidarxistin, bicivin û wan mijaran û pêşhatên navçeyê bi awayekî berfirehtir gotubêj bikin.


Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst