Biden ji ber biryara derbarê Swêdê de spasiya Erdogan kir

13-07-2023
RÛDAW
Nîşan Amerîka Joe Biden NATO Tirkiye Erdogan Swêd
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Amerîkayê Joe Biden, bal kişand ser lihevkirina bi Tirkiyê re ya li ser endamtiya Swêdê ya di NATO'yê de û got, “Serok Erdogan, spas ji bo wêrekî, rêbertî û dîplomasiya we.”

Joe Biden li ser hesabê xwe yê Twitterê derbarê civîna NATOyê de dîmeneke vîdyoyî ya wêneyên hevdîtina xwe ya bi Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan re weşand.

Biden got, “Duh Tirkiyê li ser qebûlkirina Swêdê ya di NATOyê de lihevkirineke dîrokî pêk anî. Serokomar Erdogan, ji bo wêrekî, rêbertî û dîplomasiya we spas dikim.”

Biden destnîşan kir ku di vê lûtkeyê de pabendbûna bi parastina NATOyê hat piştrastkirin û got, “Ez hêvî dikim ku em vê hêj bêtir xurt bikin.”

Biden ji ber dîplomasî û rêbertiya wî ya li Swêdê jî spasiya Erdogan kir.

Serokomarê Tirkiyeyê Erdogan roja 10ê Temûzê di dema birêveçûna lûtkeya NATO de li Vilnius a paytexta Lîtwanyayê de qebûl kir ku piştgiriyê bide endamtiya Swêdê ya NATOyê.

Sekreterê Giştî yê NATOyê, Jens Stoltenberg jî heman rojê ragihand ku Tirkiyê endamtiya Swêdê erê kiriye.

Stoltenberg got “Peymana ku me îro li serê li hev kir, wek peymana ku me par li Îspanyayê li serê li hev kir e. Birêz Erdogan biryara erêkirina endamtiya Swêdê daye. Swêd wê çi bike di peymanê de hatiye nivîsandin.”

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst