Hewlêr (Rûdaw) - Lêkolîneke nû ya li Awistralyayê eşkere dike ku doktorên jin ên di warê werzişê de kar dikin, zêdetirî hevkarên xwe yên mêr rastî tacîz û cudakariyê tên.
Gelek fîzyoterapîstên jin dibêjin dema ku ji bo tîmên werzişê yên mêr dixebitin, ew rastî tacîza zayendî hatine.
"Ez rastî tacîzê hatim"
Doktora Werziş û Rahênanê Andrea Moslera ku berî 30 salan wekî doktora werzişê dest bi kar kiriye, got:
"Ew cara yekem bû ku piraniya mêran li odeya cilguherinê jin didîtin.
Wê demê ez rastî henek û tinazên nebaş û bi rengê seksî hatim.
Niha ez têgihiştim ku ew tacîz e û bandoreke neyînî li min kiriye."
Ji her 100 doktorên ku tên tacîzkirin 75 jin in
Li gorî encamên lêkolînê, ji her 100 doktorên ku ji aliyê werzişvanan ve tên tacîzkirin 75 ji wan jin in.
Emily Farrell ku doktoreke nû ya werzişê ye, diyar kir ev yek bûye mijareke fêrbûnê ji bo wê û got:
"Min dixwest bi tenê bikeniyama û ji bîr bikira lê ev helwest dibe sedem ku ew tevger berdewam bike."
Emily Farrell ji bo rûbirûbûna van tevgerên nebaş ên werzişvanan, rênîşanderiyên rahêneran bi kar tîne.
Farrellê her wiha got:
"Ew fêrî me dikin ku em çawa bi awayekî ewle û profesyonel tevbigerin, bêyî ku em wan teşwîq bikin."
Lêkolînê destnîşan kiriye ku pêwîst e wekhevî û parastina doktorên jin ên di warê werzişê de bê zêdekirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse